ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-20 09:00:57   * Nûnerên sendîkayan, bilêv kirin ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kûrtir dibe û fatûreya krîzê dîsa li karkeran tê birîn û gotin: "Îktîdar ji dêvla ku krîzê hel bikeî radibe bi şer ser krîzê digire."    * Şaredariya Cizîrê, ji bo Mihrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zînê 100 hezar TL pere xerc kiribû, lê belê bêyî ku mihrîcan bê lidarxistin hatibû qedexekirin. Li ser vê şaredariyê ji Walîtiya Şirnex û Qeymeqamtiya Navçeyê doza 100 hezar lîreyî kir.    * Kurê Naîf Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de bi 6 kesan re jiyana xwe ji dest da Îdrîs SÎncar, derbarê mirina bavê xwe de axivî û got: “Dilê me şewitî, lê dixwazim aştî û yekitî pêk were. em ji mirinan re bêjin êdî bese.”    * Derhênerê fîlmê "Gorulmuştur" Serhat Karaaslan, destnîşan kir ku welta veguheriye girtîgehekê û got, ji ber tirsa hatiye berbelavkirin mirov êdî naçin fîlman jî temaşe nakin.    * Siyasetmedar Ahmet Turk, diyar kir ku divê ji bo agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin banê NY'yê de heyeteke hakemî bê çêkirin û got: "Feraseteke ku dixwaze demograsiyê biguherîne, wê agirbestê bêwate bike." Her wiha Turk ji bo yekîtiya neteweyî jî got: "Ji bo rêber û siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, ev ji bo wan şansek e."    * Parêzer Erdal Kuzu, bal kişand ser girtina hevşaredaran û wiha got: "Daraz êdî bûye saziya ku biryarên îktîdarê dixin meriyetê. Ev dosyayên der barê hilbijêrên Kurd de jî bi temamî hatine fesilandin û çêkirin."    * Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî li hevkirina Tirkiyê û Amerîka de peymana Dolmbahçeyê bibîr xist û got: “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe.”    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê bi ser navê "Di têkoşîna mafên mirovan de lêgerîna rê û rêbazên nû" li Salona Civînê ya Baroya Stenbolê komxebatê li dar bixin. (10.00-18.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê li dijî serdegirtina malên endamên ESP'ê û  binçavkirina wan li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Vakfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (GİYAV), dê pirtûka "Mafên Zarokan" ku ji aliyê 20 zarokên bê awantaj ve hat amadekirin li Mala Çandê ya Laleşê îmze bikin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Gebze, bi armanca êrîşên Tirktiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê sûriyeyê şermezar bikin dê li pêş avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Ameadê bi armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin wê li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemenmiyê. (15.00)