Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin 2019-10-19 22:28:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo berpirsiyarên agirbestê pêk bên bang kir û xwest korîdoreke insanî bê vekirin.    Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî nivîskî daxuyaniyeke parve kir.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye li gor agirbesta hatiye ragihandin tev nagere, sivîl, rojnamevan, tenduristkaran û avahiyên dibistanan ji hewayê û bejahiyê ve hedef bombebaran dike û hedef digire û li Serêkaniyê gelek sivîlên birîndar mirî hene û gel nikare cenazeyan derxîne.    Meclîsê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê berpirsiyariyê agirbestê pêk bên û xwest korîdoreke insanî bê vekirin.    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî herêma ji bo firînê qedexe bê îlankirin û heyetên serbixwe yên navneteweyî bên herêmê û li cihê cih sûcên li hemberî mirovahiyê hatine kirin lêkolîn bikin.   Di dawiya daxuyaniyê de meclîsê bang li her kesî kir ku têkoşînê bilintir bikin.