Heyva Sor a Kurd: Tirkiye mudaxaleya birîndaran asteng dike 2019-10-19 17:18:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku rexmî agirbestê jî ji ber berdewamkirina êrîşên Tirkiyeyê mudaxaleyî birîndaran nayê kirin û ev tişt got: "Divê ku ji bo birîndar û sivîlan korîdorek bê  vekirin."   Rexmî agirbesta ku di 17'ê Cotmehê de hat ragihandin jî ji ber ku Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Serêkaniyê didomîne, mudaxaleyî birîndaran nayê kirin û personelên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ku hewl didin biçin bajar jî tên astengkirin. Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê têkildarî mijarê diyar kir ku Tirkiye agirbestê bin pê dike û mudaxaleya birîndaran asteng dike.    Cemîla Hemê destnîşan kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de sivîl hedef tên girtin û wiha got: "Xwe gihandina me ya birîndaran tê astengkirin. Duh em ji ber êrîşan nikaribûn biçin herêmê û neçar man ji Til Temirê vegerin. Divê ku em xwe bigihînin birîndaran. Ji bo vê yekê divê ji bo birîndaran korîdorek bê vekirin. Ji astengkirinê hêzên navdevletî berpirsyar in. Astengkirin rûyê rast ê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê radixe ber çavan. Divê ku ev sûc bê cezakirin."