Xwestin girtiyê astengdar were berdan 2019-10-19 17:17:26 ENQERE – Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo parastina mafên jiyanê yên girtiyê nexweş Hasan Alkiş ê ji sedî 43 astengdar bê berdan.  Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 268’emîn de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakiya xwe li dar xistin. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen li ser navê Înîsiyatîfê daxuyanî da.    Çevîrmen da zanîn ku Hasan Alkiş ji sedî 43 astengdar e û li gel nexweşînên wî yên giran hene û astengdare jî nayê berdan. Çevîrmen got ji bo parastina mafên jiyanê yên girtiyê nexweş Hasan Alkiş ê ji sedî 43 astengdar bê berdan.