Xwendekaran êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin 2019-10-19 17:16:51   WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê, operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nivîs û belavokên daleqandin, şermezar kirin.    Bertekên li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê k udi 9’ê Cotmehê de dest pê kir dewam dikin. Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bi nivîsên nivîsandin û belavokên daleqandin êrîş şermezar kirin.    Xwendekaran di belavokên daleqandin de wiha gotin: “Şoreşa Rojava ya di sala 2011’an de bi pêşengtiya gelê kurd hat avakirin, îro bi komployeke navdewletî dixwazin bifetisînin û ji holê rakin. Di serî de DAIŞ û komên çeteyên faşîst ên cîhadîst êrîşî gelê Rojava dike. Em weke ciwanên welatparêz, bang li her kesî dikin ku li dijî vê dagirkeriyê û feraseta jenosîdê serî rakirin û li dijî vê hovitiyê bêdeng nemînin û şermezar bikin. Bijî Berxwedana Rojava.”