Li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn 2019-10-19 16:41:11 ÎZMÎR – ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di darbeya eskerî ya 12’ê îlona 1980’î de hat windakirin pirsîn.  Şaxa Komelya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê û xizmên windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” wek her hefteyê li ber avahiya Serokwezîriyê ya Îzmîrê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl destek dan çalakiyê. Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin xwend. Aydin nameya dayika Kirbayir Berfo Kirbayir xwend û got dayika Berfo 33 sal li lawê xwe geriya heta ku çû ser dilovaniya xwe. Aydin li aqûbeta Kirbayir pirsî û xwest ku sûcdar werin darizandin.