Gelê Reqa bang li NY'ê kir: Birindarên Serêkaniyê rizgar bikin 2019-10-19 16:13:32   REQA - Şêniyên Reqayê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwestin birîndarên li Serêkaniyê rizgar bikin.    Bi sedan şêniyên Reqayê bi armanca piştgiriyê bidin gelê Serêkaniyê meşeke girseyî li dar xistin. Girsê di meşê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir û xwest birîndarên li Serêkaniyê rizgar bikin.  Şêniyên Reqayê li ber Hola Tac kom bûn û ber bi Çerxerêya El-Sama ve meşiyan. Xwepêşandêran êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku korîdoreke mirovî vekin û bi lez birîndaran rizgar bikin. Gelê Reqa bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê korîdoreke mirovî vekin da ku birîndar û şehîdan xelas bikin.