Mudaxileyî daxuyaniya HDP’ê ya Enqerê kirin 2019-10-19 15:58:23 ENQERE - HDP’iyan xwestin daxuyanî bidin û diyar bikin ku walîtiyê mîtînga wan a li Enqerê qedexe kiriye, lê rastî mudaxileya polîsan hatin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, xwest li ber avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê û diyar bike ku Walîtiya Enqerê mîtînga wan a “Ji bo demokrasiyê em bên gelhev” qedexe kiriye. Lê polîsên ku di saetên serê sibê de avahiya partiyê dorpêç kiribûn, nasnameya endamên partiyê û rojnamegerên hatin avahiyê di GBT’ê re derbas kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlementerên HDP’ê berî daxuyaniyê hatin ber avahiya partiyê. Polîsan jî derdora wan girtin.    Polîsên ku bi parlementeran re hevdîtin kirin, dan zanîn ku ewê destûr nedin daxuyaniyê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dest bi axaftinê kir. Çawan ku Temellî dest bi axaftinê kir, polîsan mudaxile kirin.    Polîsan bi gaza îsotê û mertalan HDP’î dehf dan û xistin avahiya partiyê. HDP’iyan mudaxileya polîsan şermezar krin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.