‘Li şûna şer bila aştî pêk were’ 2019-10-19 15:50:19   EDENE/MÊRSÎN – Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Edene û Mêrsînê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava dan û xwestin li şûna şer aştî pêk were.    Nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Edene û Mêrsînê li dijî êrîşên Tirkiyê bertek nîşan dan.    EDENE    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê bi dirûşma “Em li dijî şer aştiyê diparêz in” li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Di civînê de pankarta “Tekane rê aştiye” hat daliqandin. Li ser navê saziyan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye bi hênceta herêma ewle operasyon daye destpêkirin û di encama êrîşan de li Tirkiyê 18 însan û li Rojava jî 72 sivîl jiyana xwe ji dest dane.    ‘BILA KÛR NEBE’    Ongor bal kişand ser peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêk hat û got: “Aştiya herî nebaş ji şerê herî baştir qenctir e. Pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin a bekayê pirsgirêka aştiya civakî û krîza aborî ye. Bi polîtîkayên ewlehiyê pirsgirêk nayên çareserkirin. Berevajî vê yekê dê pirsgirêk bêtir kûr bibin.”    MÊRSÎN    Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî têkildarî binpêkirinên di dema êrîşên Tirkiyê de qewimîn li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî zextên li ser civakê da. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Hakki Demîr bal kişand ser mirinên li ser sînor qewimîn û bertek nîşanî gotinên mirina sivîlan ên Serokê Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglu û bertek nîşanî wan gotinan da. Demîr anî ziman ku parêzvanên mafên mirovan ên li dijî operasyonê derketin bi talûkeyan re hevrû man û got: “Em neçarin li dijî şer hin bêtir dengê aştiyê xurt derxin.”