'AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê' 2019-10-19 15:46:03 AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Hikûmetê bi şer bersîv da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a aştiyê. AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê."    Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî geşedanên dawî li Rêxistina HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku hikûmetê bi şer bersîva peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a aştiyê daye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi şer bersîv da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a aştiyê. Di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek rojnameger û sivîl hatin kuştin. Li gel biryara agirbestê êrîşan berdewam kir. Dîsa di cemaweriya cîhanê de jî hat dîtin ku çekên kîmyewî bikar tînin. AKP li şûna Kurdan dixwazebi DAIŞ'ê re bibe cîran. Ji ber vê yekê bi çeteyan re îtîfaqê ava dikin. Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. Dîmenê kuştina wê parve kirin. Di otopsiyê de çawa hatiye kuştin derket holê. Vaye çeteyên ku Tirkiye dixwaze bibe cîranê wê li holê ne. Xelef pêşenga berxwedana Jinê ya li Rojhilata Navîn pêş diket bû. Em van qatilan ji Parisê, Nisêbinê û Silopiyayê nas dikin. Ji ber vê yekê em qet gavan paşve navêjin. Em ê bi biryarî têkoşîna jinê mezin bikin û pêş bixin."    Taşdemîr, bak kişand ser kuştina jinan û wiha lê zêde kir: "Ji mêran de dibêjin hûn wan bikujin emê we biparêzin. Kuştina Nadira Kadirova jî yek ji vê mînakê ye. Şer wekî tundî û kuştinê li jinê vedigere. Jin tu carî ji têkoşîna li dijî şer û qetilkirina jinan gavan paşve navêje. Rizgarkirina jinan di Têkoşîna Jinên a Rojava de veşarî ye. Li Nisêbînê zarok û jin jî di navde 12 kes hatin kuştin. Dîsa li ser îxbara rojnamegereki 4 kes hatin binçavkirin."    Taşdemîr, herî dawî bal kişand ser pergala Hevserokatiyê û wiha got: "Pergala Hevserokatiyê wekî sûc dibînin. Ne pergala Hevserokatiyê, pergala Yek Zilamî sûc e. Ji ber ji Hevşaredara me ya Patnosê re li çepikan dane jî wekî sûc hesibandine. 2 hevalên me yên jin ku li Amedê hatin binçavkirin rastî gefên tecawizê hatine."