Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Gulîstan Abdo bê berdan 2019-10-19 15:23:48   STENBOL - Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, di çalakiya “Rûniştina F” a vê heftê de xwestin ku girtiya nexweş Gulîstan Abdo bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş serbest bên berdan xwestin li Qada Galatasarayê di hefteya 395’an deçalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polisan destûr nedan ku xizmên girtiyan li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê malbat hatin pêş avahiya ÎHD’ê û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, Lîstikvan Nûr Surer, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Kesên tevlî çalakiyê bûn wêneyên girtiyên nexweş rakirin û bankartên “Dermankirin mafe, nayê asteng kirin” û “Bila girtiya nexweş Gulistan Abdo bê berdan” vekirin.    Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş a li Girtîgeha Sergirtî ya jinan a Tîpa M a Gebzeyê Gulîstan Abdo. Di daxuyaniya hat dayîn de, hat gotin ku lingê  Abdo ji ber laşer bû ji çokê de hatiye jêkirin û rewşa tenduristiya wê ne başe.    Endama Komîsyona Nexweşxanê Hatîce Onaran metna çapemeniyê xwend û wiha got: “Gulîstan Abdo di sala 1994’an li navçeya Midyad a Mêrdînê hat girtin. Abdo bi dûrê  li girtîgehên Amed, Sîwas û Sertê ma. Herî dawî Abdo sewqî Girtîgeha Tîpa M a Gebzê hat kirin. Ji ber birîna lingê xwe bi salan hat dermankirin. Ji ber laşer bûna lingê wê, piyê wê ji çokê de hat jêkirin û niha protez bi kar tîne.    ‘DIVÊ MAFÊ JIYANÊ BÊ PARASTIN’   Onaran, da zanîn ku Gulîstan Abdo ji ÎHD’ê re name şand û di nameya xwe de, diyar kir ku ligel astengdare jî, dema wê dibin nexweşxanê destê wê kelepçe dikin û wê bi wesayîta ringê dibin nexweşxanê. Onaran, da zanîn ku divê astengiyên pêşiya dermankirina Abdo bên rakirin û xwest mafê jiyanê bê parastin.