Xizmên windayan: Vîna gel hat desteserkirin 2019-10-19 15:22:12   AMED / ÊLIH - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn diyar kir ku sedema êrîşên li dijî welatiyên ku li bajarên rojava bi kurdî diaxivin zimanê tundiyê ye û ev tişt got: "Bi tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn û Geverê re vîna gel hatiye xespkirin."   Çalakiya xizmên windayan ku her hefte bi piştgiriya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dûrişmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Amedê tê lidarxistin, îro di hefteya 558'emîn de hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Serê Rêxistina CHP'ê ya Amedê Mehmet Sayin, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn û xizmên windayan tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Abdûllah Zeytûn di çalakiyê de axaftin kir û bal kişand ser êrîşên li dijî welatiyên ku li bajarên rojava bi kurdî diaxivin.    'SEDEM FERASETA SIYASÎ YE'   Zeytûn diyar kir ku welatiyên bi navê Şîrîn Tosûn û Ekrem Yaşli ji ber ku ji ziman, bawerî û gelên cûda bûne rastî êrîşê hatine û wiha got: "Şîrîn Tosûn, di encama êrîşa kesên ku bi zimanê tundiyê jehrî bûbûn û hêz girtibûn, jiyana xwe ji dest da. Sedema vê yekê feraseta siyasî ku tundî û pevçûnê di nav xwe de dihewîneye. Heke zimanê aştiyê serwer bûna dê qet bûyerên bi vî rengî pêk nehatina û wan mirovan jiyana xwe ji dest nedidan." Zeytûn tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê jî da û ev tişt anî ziman: "Biryara qeyûman biryareke bêhîqûqî ye û bi awayekî keyfî hatiye girtin. Kesên ku tayînî şûna kesên hilbijartî hatine kirin vîna gel xespkirine. Divê ku ev rewşa bêhîqûqî demildest bi dawî bibe û hevşaredar vegerên ser peywira xwe."   Piştî daxuyaniya Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de ku piştî ku hatibûn binçavkirinê û qet agahî jê wan nehatibû girtin vegot.    Piştî axaftin û vegotina çîroka Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   DAXWAZA RÛBERÎBÛNA RASTIYAN   Li Êlihê jî xizmên windaya di hefteya 464'emîn de li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê hatin gel hev û bi pêşengiya ÎHD'ê çalakiya xwe li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parastvanên mafên mirovan û xizmên windayan tevlî çalakiye bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û wêneyên windayan hatin rakirin. Ji rêveberên ÎHD'ê Gulbahar Kaya axivî û çîroka Ayhan Efeoglû ku di 6'ê Cotmeha 1992'an de piştî ku hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, vegot.