Li gorî rapora muayeneyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye kuştin 2019-10-19 15:15:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Girtek ango rapora muayenekirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ku ji aliyê komên selefî yên girêdayî Tirkiyê ve hat qetilkirin hat bidestxistin. Di raporê de tê gotin ku Xelef di encama îşkencekirinê de hatiye qetilkirin.    Di 12’ê cotmehê de karwanek wesayîtan a sivîlan ji bo hawara diçû Girê Spî bû armanca komên selefî ango endamên mîna DAIŞ’ê hov. Di êrîşa li dijî karwan de Sekretera Giştî ya Partiya  Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hat kuştin.    Endamên “Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO)” a di bin banê Tirkiyê de dîmenên kêliya êrîşê li ser medya civakî parve kirin. Di dîmen de tê xuyakirin ku Xelef û yên li gel wê ji aliyê van kesên hov ve tê qetilkirin. Li gel ku Xelef siyasetmedarek bû jî lê rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiya îktîdara AKP’ê dike, têkildarî qetilkirina Xelef nûçeya “Di operasyonek serkeftî de hat bêbandorkirin” derbas kir.    Dîmenên êrîşê bi berfirehî di raya giştî ya navnetewî de cih girt û deng veda. Raya giştî ji bo êrîşê ji Tirkiyê re got “sûcê şer” kiriye û bertek nîşanî Tirkiyê da. Nûnerê Taybet ê Koalîsyonê yê DYA'yê yê berê Bret McGurk bertek nîşanî nûçeya Yenî Şafakê da û got: “Ev sûcê şer e.”    Rêxistina Efûya Navnetewî jî têkildarî kuştina Xelef daxuyanî da û got Xelef ji aliyê Ahrar El Şarkiye ve bi awayek hovane hatiye qetilkirin.    RAPORA MUAYENEKIRINÊ ‘SÛCÊ ŞER’ EŞKERE DIKE    Derbarê qetilkirina Xelef de rapora muayeneya derve hat amadekirin û hat bidestxistin. Dr. Tayceer Al-Makdesî piştî bûyerê 6-8 saet şûn ve raporek amade kir. Dr. Tayceer Al-Makdesî di raporê de wiha dibêje:    “Ez pisporek tiba edlî me ku min bedena Xelef lêkolîn kiriye. Li ser jinek temenê wê li derdora 40 salî îşlikek sor û şalek reş lê bûye. Dema cilê wê hatine derxistin cenaze germ bû, lekeyên mirinê di piştê de hebûn û hişkiya mirinê bi qasî nîvî bû. Serê wê ji aliyê rastê û jor ve li derdora biskan di kuncikê devê wê yêaliyê rastê de bi qasî 12x1,5 cm cihê têketina guleyên çekan hebû û birîndar kirine. Li derdora vê birînê şikandin hebû. Her deverê serê wê hatibû gopandin. Çavê wê hatibû gopandin. Porê wê ji laş hatibû rakirin. Li ser tevahiya laşê wê şopên îşkenceyê hebû û gelek werselên laşê wê hatibûn şikandin. Bi mesafeyek nêz gule berdane ser û çavê wê.”