Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê pirsgirêk bi diplomasiyê çareser bibin 2019-10-19 15:13:34 AMED - Sekreterê Platforma Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB'a Dogan Hatun, diyar kir ku pewistiya civakê herî zêde ji mafê mirovan, aşitî û demokrasiyê heye û wiha got: "Şer talankirin û wêrankirin e. Kuştin û qeyrana aborî ye. Talankirina xwezayê ye. Divê pirsgirêk bi diyalog û dîplomasiyê çareser bibin."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li Kolana Hunerê ya Amedê, xwest têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walitiyê heye destûr neda ku daxuyaniyê bidin. Endamên platformê, helwesta polîsan bi çepikan şermezar kirin û heta avahiya Şaxa Hêjmar 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê meşiyan. Nûnerên Platformê li avahiya Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Ewil Hevserokê Şaxa Hêjmar 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abbas Şahîn diyar kir hêzên emperyal di şerê Suriyê yê ku 2011'an û vir ve gelek sivîl kuştine û wiha got: "Peşiya çend rojan Tirkiyê êrîşek bir ser Rojava. Heta niha guleyek jî ji aliyê Rojava ve nehatiye avêtin. Lê di 10 rojan de gelek mirov hatin kuştin. bajêr hatin hilweşandin. Em ê her dem li dijî vî şerî bin."   'EV POLÎTÎKA HIŞMENDIYA MÊTÎNGERIYÊ XURTTIR DIKE'    Li ser navê Platformê Sekreterê Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB'a Dogan Hatûn jî diyar kir ku ku fêda şer li civakê nabe û wiha got: "Şerên ku hezar salin didome tu fêdeya xwe li civak û xwezayê nebûye. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya siyasî hem pirsgirêkên civakî hem jî yên aborî kurtir bûn. Ev polîtîkayayan pergala mêtîngeriyê kurtir kirin. Ji 5 rojan agirbest hat îlankirin. Ev hindik be jî bû heviyek ji baweriya aşitiyê."      Dogan li ser navê Platformê bang kir û wiha bi dawî kir: "Herî zêde pêwistiya civakê bi mafê mirovan, aşitî û demokrasiyê heye. Şer talankirin û wêrankirin e. Kuştin û qeyrana aborî ye. Talankirina xwezayê ye. Divê pirsgirêk bi diyalog û dîplomasiyê çareser bibin. Tu tişt ji mirov û xwezayê bi qîmettir tune. Em careke din diqîrin. Peywîra me ya esas ne perçekirina civakê û talankirina xwezayê ye. Erka me jiyana hevpar a civakê ye. Bi hemû reng û beweriyan jiyana aştiyane ya bi xwezayê re ye. Bi şer serkefin nabe. Demek beriya demekê bila aştî pêk bê."