Alpay: Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêşxistin 2019-10-19 14:36:04 ENQERE – Vakfa Aştiyê di çarçoveya projeya “Vakfa Aştiyê 'Parastina Nerîna Aştiyê û Pêşxistin/Hêzkirina STK'yan" li Enqereyê civîn li dar xist. Ji Zanîngeha Bîlkentê Dr. Esra Dîlek, diyar kir ku beriya pêvajoya muzakereyan dest pê bike pêdivî bi hêza dahftanê heye. Zimanzan Necmîye Alpay jî xwest li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêş xistin.  Vakfa Aştiyê, di çarçoveya projeya “Vakfa Aştiyê 'Parastina Nerîna Aştiyê û Pêşxistin/Hêzkirina Rêxistinên Civaka Sivîl (STK)" li Otela Plaza ya Enqereyê civîn li dar xist. Nûnerê gelek rêxistinên civaka sivîl di civînê de amade bûn. Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz serokatiya civînê kir. Tahmaz, diyar kir ku di rewşa 10 rojên dawî ya civakî û siyasî ku Tirkiye ketiye nav de li hev kom bûne û wiha got: "Niha gotina ji şer, daxwaza aştiyê û muzakereyan sûc tê dîtin. Pêwiste di vê pêvajoyê de fikra aştiyê bê xurtkirin. Em dibînin ku di polîtîkaya dewletê ya li ser Sûriye dimeşîne de li hundir kes nikare dengê xwe derxe. Di vê pêvajoyê de ji şer re gotina "Şer" bûc tê dîtin. Ger ku mirov ji "Şer" re nebêje na, nikare di têkoşîna aştiyê de bi ser bikeve. Ev karê em dikin xwedî qîmet e. Dawiya dawî emê li ser masê rûnên. Divê em pêdiviyên maseyê bînin ziman. Îro Tirkiye ji çareseriya pirsirêka Kurd dûr dikeve. Lê li aliyê din hemû cîhan balê dikişîne ser çareseriya pirsgirêka Kurd. Îro divê em tev qebûl bikin ku êdî azadiya ramanê jî bûye mijara niqaşê. Heta ku em ji halê şer dernekevin, wê krîza li Tirkiyeyê bidome."    DR. DÎLEK: DI PÊVAJOYÊN ŞER DE ROLA STK’YAN    Ji Zanîngeha Bîlkentê Dr. Esra Dîlek jî bal kişand ser rol û rista Rêxistinên Civaka Sivîl û mijara “Di çareseriya pevçûnê de rola Rêxistinên Civakî û qadên wan ên xebatê" pêşkêş kir.    Dilek, xwest Rêxistinên Civaka Sivîl di pêvajoya aştiyê de bi awayekî normatif tev li pêvajoyê bibin û wiha got: "Lê aliyê pratîk ê vê yekê heye. Encama herî girîng ku em dibînin, divê berî her tiştî hevî û bendewariyên aliyan ên civakî em bibînin. Ji bo ev alî bên niqaş kirin divê Rêxistinên Sivîl tev li pêvajoyê bibin. Ji bo em rola kesên pêvajoyê kêm bikin tevlêbûna çalak a Rêxistinên Civakî girîng e. Dema rêxistinên civakî tev li pêvajoyê bûn, kesên biryara şaş didin divê zanibin wê rastî encamek çawa bên. Divê ji bo pêvajoya muzakereyan dest pê bike Rêxistinên Civaka Sivîl zorê li pêşketina pêvajoya muzakereyan bikin. Ji ber vê yekê rola Rêxistinên Civaka Sivîl pir girîng e."    AV. CENGÎZ:  XWÎN TEV LI XALA 301'AN BÛYE   Prz. Orhan Kemal Cengîz jî mijara “Di qada Hiqûqa Neteweyî û Navneteweyî de Cihê Mafê Aştiyê" pêşkêş kir û bal kişand ser sûcê xala 301'an a “Heqareta li Tirkîtiyê û kêmxistina dewlet" Cinayetê Hrant Dink ji xala 301'an dê tîtin. Ev xal xwîn tev li wê bûye. 10 rojin li ser meseleya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zimanê me werimî. Rewşek pir tirsnak a militarîzmê heye. Şiklê pêşkêşvanên TV'yan wekî nûçegîhnê artêşê ne. Êdî axaftina aştiyê ne pêkan e. Li gorî xala 20'an a Peymana Navneteweyî ya Têkiliyên Mafên Siyasî û Medenî, hemû cureyên propaganda şer ji aliyê hiqûqê ve tê qedexekirin. Divê hemû kesên ji ber gotina aştiyê tên darizandin vê xale zanibin. Rêwistina Efoya Navneteweyî li herêmê û nexweşxaneyan sûcê şer tespît kir."    Zimanzan Dr. Necmiye Alpay jî mijara “Zimanê Aştiyê û rêbazên xebatê yên nû" pêşkêş kir.    Necmîye Alpay, anî ziman ku di her zimanî de peyva aştiyê wateya ewil û ên din tê guhertin û wiha got: "Peyva aştiyê di Tirkî de, ji ‘gihiştin" tê û wiha got: “Tê wateya ku civak digêjin hev. Bê pevçûn û aramî ye. Civaka me demek dirêj e ji wan dûr e. Li Tirkiye gotina 'Aştiyê' wekî mikrop û xerabiyê tê dîtin. Dema di pirsgirêka Kurd de gotina aştiyê derbas dibe wekî zext li dewletê bên kirin, tê dîtin. Bi salan me me zimanê aştiyê parast. Ji sala 90’an de em hesreta zimanê aştiyê ne. Ka li peyvên "Tevgera Kaniya Aştiyê" û "Tevgera Şaxa Zeytûnê" binerin. Artêşa Mîllî Ya Sûriyeyê wekî perdeyê bikar tînin. Ev gotinên xapînok in. Çiqas peyvên dijper hebin wan wekî mertal û perde bikar tînin. Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêş xistin."