Ji Serêkaniyê ‘dengê çekan’ qet kêm nabû 2019-10-19 14:31:56 RIHA - Hat, diyar kirin ku li Serêkaniyê agirbest tê binpêkirin, dengê  çeka qet kêm nabin, top tên avêtin û sewqiyeta leşkerî bê navber dewam dike. Agahiya ku amadekariya êrîşek berfireh a li dijî Serêkaniyê bê kirin, hat dayîn.   Tirkiyeyê di 9’ê Cotmehê de dest bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di 17’ê Cotmehê de jî, bi navbeynkariya DYA’yê agirbesta 5 rojan di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat îlankirin. Hat diyar kirin ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) agirbestê bin pê dike. Leşkeran ji navçeya Serê Kanê ya Rihayê, saet 04.00’ê sibê top avêtin Serêkaniyê û dûre dengê çekan ji bajêr bilind bûn.   SEWQIYET DEWAM DIKE   Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li navçeyê di saetên şevê heya serê sibê de, gelek top hatine avêtin û duh bi şev bi dehan tank sewqî herêma Tîl Xelef hatinkirin. Di dema sewqiyatê de jî destûr nehatiye dayîn ku welatî derkevin kolan û wêne bikêşin. Hat destnîşan kir ku sewqiya li erdê TÎGEM ê dikeve navbera Serê Kaniyê û Kaniya Xezala hatiye kirin.    AMADEKARIYA ÊRÎŞÊ    Li gorî agahiyên ji welatiyên li gundên çolter dijîn hatine girtin, ji bo erdê TÎGEM’ê sewqiyatek leşkerî ya mezin hatiye kirin. Di sewqiyetê de bi dehan tank, bi sedan wesayîtên zirxî û nêzî 2 hezar endamên Artêşa Netewî ya Sûriyê (ANS) û bi sedan leşker cih girtin. Li gorî agahiyan, tê gotin ku li dijî Serêkaniyê amaderiya êrîşek berfireh tê kirin.  Li navçeyên Serê Kaniyê û Kaniya Xezlan ên dikevin ser xeta sînor, bergiriyên hewlekariyek mezin hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku rojnameger û biyanî bikevin navendên van navçeyan.