Dema qeyûmên Wan û Merdînê hat dirêjkirin 2019-10-19 14:19:28   ENQERE - Dema peywira qeyûmên ku tayînî şûna hevşaredarên Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, ji bo 2 mehan hat direjkirin. Têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tu agahdarname nehat kirin.    Di ser tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê re 2 meh derbas bûn. Bi vê yekê re dema peywirdarkirina qeyûman a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo 2 mehan hatibû kirin jî bi dawî bû. Biryara ji peywir dûrxistinê ya Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk 2 mehên din jî hat dirêjkirin. Biryar ji her du hevşaredaran re jî hat ragihandin. Lê balkêş e derabrê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo Hevşaredar Selçûk Mişzrakli tu agahdarname nehat şandin.