Bi deh hezaran li Kolnê ji bo Rojava dimeşin 2019-10-19 13:57:44 KOLN - Li Kolnê bi deh hezaran welatî bi pankart, dowîz û alên YPG, YPJ û QSD'ê ji bo piştgiriya gelê Rojava dimeşin.    Bi deh hezaran şêniyên li Bajarê Kolnê ya Almanya kom bûn, bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava meş li dar xistin. Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan bi pankart, dowîz û alên PG, YPJ û QSD'ê ji bo piştgiriya gelê Rojava dimeşin. Girse bê navber ji bo piştgiriya gelê Rojava û QSD'ê dirûşmeyan berz dikin û dixwazin welatên Ewropa li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin. Meş didome.