Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye 2019-09-22 15:24:07   EDENE – Li navçeya Seyhana Edeneyê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî û nijadî hatibû. Li dijî vê yekê welatiyên Sûriyeyî yên li Seyhanê dijîn; bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev êrîş bi zanebûn û plan e û ewlehiya wan tune ye.    Di 19'ê Îlonê de li Taxa Dumlupınar a Navçeya Seyhana Edeneyê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî û nijadî hatibû. Piştî zarokê 11 salî rastî êrîşa zayendî hat, welatiyên taxê bi ser gelek mal û kargeriyên Sûriyeyê de girtin û welatiyên Sûriyeyê rastî êrîşa lîncê hatin. Waliyê Edeneyê di 20'ê Îlonê de daxuyanî da û got 'Li navçeya Seyhanê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî ya A.K. yê 15 salî hatiye û A.K., hatiye girtin. Li gel vê yekê welatiyên taxê êrîşî welatiyên Sûriyeyî kirin û xwestin welatiyên Sûriye taxê terk bikin. Welatiyên Sûriye yên rastî êrîşan hatin bertek nîşan dan û xwestin bûyerê nexin stuyê hemû Sûriyeyîyan.   Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezaıreta Karên Hundir, di sala 2019'an de, li Edeneyê 238 hezar û 234 welatiyên Sûriye dijîn. Piraniya welatiyên Sûriye yên li Edeneyê li taxên Kocavezir, Meydan, Mirzaçelebi û Gulpınar  ên Navçeya Seyhanê dijîn. Li van taxan bêtir welatiyênk Tirk, Ereb û Kurd dijîn. Welatiyên Sûriye yên ji Sûriye hatine bêtir ji Bajarê Helebê hatine li vir bi cih bûne. Taxa Kocavezir û Mirzaçelebî ji ber ku zêde welatiyên ereb û ji Helebê hatine dijjîn wekî "Taxa Halepê" tê zanîn. Welatiyên Sûriye yên hatine li Tirkiye bi cih bûne wekî sedema krîzê tên pênasekirin. Lê welatiyên ji şer reviyane û hatine ji hemû mafê aborî, tenduristî û perwerdehiyê dûr in. Di 19'ê Îlonê de piştî li Navçeya Seyhan a Edene zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî hat, welatiyên Sûriye yên li Edeneyê dijîn rastî êrîşa lîncê hatin. Welatiyên Sûriye bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku pêwiste bi hestên nijadperestî tev negerin. Piştî bûyerê nêzî 200 mal û kargeriyên Sûriyeyîyan û nêzî 60 maşîneyên Sûriyeyîyan rastî êrîşa nijadperestî hatin û welatî rastî êrîşa lîncê hatin. Têkildarî bûyerê nêzî 70 kes hatin binçavkirin. Piştî bûyerê bi hezaran polîs û bi sedan maşîneyên zirxî hatin taxê û tax xistine bin dorpêçê.   Welatiyên Sûriye yên piştî bûyerê rastî êrîşa nijadî hatin, niha nikarin ji malên xwe derkevin. Li ser dikanên Sûriyeyîyan ên rastî êrîşan hatin ala Tirk bi wan ve hatin daliqandin. Li ser hin dikanan jî "Turk" û "TC" hat nivîsandin. Tax bi alên Tirk hatin rengandin. Welatiyên Sûriye yên li taxê dijîn diyar kirin ku ew hateyê nadin van êrîşan. Welatiyan diyar kirin ku ew nizanin sûcê wan çiye û çima êrîşî wan dikin. Welatiyên Sûriyeyê anîn ziman ku niha di bin êrîşên lîncê de ne û ewlehiya wan tune ye.    Welatî Muhammed Hasan Beker, diyar kir ku 4  salin li Seyhanê esnaf e û wiha got: "Piştî bûyerê komekê dirûşmeya “Em Sûriyeyîyan naxwazin" û êrîşî dikana min kirin. Niha 20 hezar TL zerara min çêbûye. Dema êrîşî dikanên me dikin polîs mudaxale nake. Ger ku Sûriyeyîyan naxwazin em biçin."    MEDYA SOR DIKE    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Îlhan Ongor, bertek nişanî êrîşên nijadperest da û wiha got: "Bûyer bi zanebûn û plankirî ye. Polîs dereng mudaxaleyî van bûyeran dike. Medya dema van nuçeyan îstîsmarê çêdike bi zanebûn faîlên Sûriyeyî wekî "Sûriyeyî" nîşan dide û welatiyên Sûriyeyî dikin hedef. Bi van nûçeyan li dijî welatiyên Sûriye kîn û nefretê pêş dixin.    'PEYVÊN NIJADPEREST ME DIXE NAVA FIKARAN'   Ongor, destnîşan kir ku peyvên nijadperest û nifrînê rê li pêş tundiyê vedike û ev yek wan dixe nava fikaran û wiha got: "Bûyer bi zanebûn û organîze ye. Polîs dereng mudaxele dikin. Bi taybetî divê dewlet li hemberî civakê û wilatiyan berpirsiyar tev bigere. Divê erka xwe pêk bîne. Koçberên Sûriye di têkiliyên qada navdewletî û neteweyî de divê teqez nebe mijara bazar û bazirganiyê. Teqez divê vê nerîna bazarê terk bikin."    MA / Hamdullah Kesen