35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin 2019-09-22 14:26:00 WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 35’emîn de berdewam kir. Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku sedema qirkirina jinê, aloziya aborî, civakî û şer, neçareserkirina pirsgirîka kurd e û bang li hikûmetê kir ku dev ji tayinkirina qeyûman berdin. Çalakiyên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman 35 rojin didome. Parlamenter, rêveber, hevşaredarên HDP'î, aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk tev li çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li pêş avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armuşê li dar xistin, bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ne îradeya qeyûman, vîna gel” vekirin. Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bal kişand ser daraza heyî û got: "Daraz bi fermana qesrê tê rêvebirin. Ew sucên ku ji aliyê qesrê ve tên ziman ji aliyê darazê ve dikevin meriyetê. Em dubara dibêjîn di çalakiyên Kobanê de darizandin pêk hatibû û biryara der heqê birêz Fîgen Yuksekdag û Selahhatîn Demîrtaş de ji xwe hatibû dayîn. Ji ber ku ji bo girtina wan tu suc û minesebet nedîtin bi hincetên vala darizandineke li dijî hiquqê pêk anîn. Vê biryarê bi awayekî skandal cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtiye. Ji bo ku van polîtîkayên li dijî hiquqê meşru bikin bi medyaya xwe û sîyasetmenderên xwe polîtîkaya xwe didin meşandin. "   Bulbul, li ser rewşa Sûriyeyê û helwesta AKP'ê jî rawestiya û wiha axivî: " Li ser Suriyeyê listîk tên lîstin. Pêşengên Gelê Kurd ji dewleta tirk re dibêjin 'werin em bi hev re vê pirsigirîkê çareser bikîn. Em dixwazîn bi gelên tirkiyeyê re hevpar bijîn'. Lê mixabin ji bo ku vê daxwazê vala derbixînin statuya Gelê Kurd ya Suriyeyê tê hedef girtin û listîkên Cengîz Han û Osmaniyan tên listîn. Em berê jî bi van listîkan re rû bi rû man. Tenê çareseriyek heye ew jî destpêkirina muzakereyane. Qetilkirina jinan,qetilkirina xwezayê,aloziya aborî û sedema pêvçûnan girêdayî neçareserkirina pirsgirîka kurd e. Em careke din li vir bang dikîn û dibêjin dest ji tayinkirina qeyûman berdin û şaredariyan îadeyî hilbijêran bikin. Em ji bo pêkanîna aşitiyê û wekhêviyê amade ne û em bi hêzin û li virîn.”   Girsê piştî axaftinan çalakiya rûniştinê li dar xist û bi dirûşmên”Bijî berxwedana Wanê” belav bû.