Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn 2019-09-16 10:30:48 MÊRDÎN – Komên DEDAŞ’ê çûn gundê Qasrîka Şemrexê xwestin kontrola saetên ceryanê bikin lê gundiyan nehişt. Li ser vê yekê DEDAŞ’ê hemû ceryana gund bi hênceta “qaçaxê bikar tînin” birîn.  Duh komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gel cendirmeyan duh çûn gundê Qasrikê yê bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê ve. Di navbera gundiyan û xebatkarên DEDAŞ’ê de nîqaş derket. Xebatkarên DEDAŞ’ê xwestin mal bi mal di çavdêriya eskeran de kontrola ceryana “qaçax” bikin, lê gundî kom bûn û li dijî vê yekê derketin. Gundiyan da zanîn abonetiya ceryana wan heye û her meh bi awayek standart pereyê xwe radizînin. Xebatkarên DEDAŞ’ê gotin pereyê tê razandin hindik e û bi israr gotin dê saetan kontrol bikin. Lê gundiyan jî bi israr destûr neda ku xebatkar bikevin malan.    CERYANA GUND JI BINÎ BIRÎN   Li gorî gundiyan ragihand; kesek di nava komên DEDAŞ’ê de ku xwedî rayedar bû ji wan re gotiye: “Wê demê em jî vî gundî ceza dikin. Em ceryanê nadin vir.” Li ser berteka gundiyan komên DEDAŞ’ê ji gund derketin û piştî demek kin ceryana gund ji binî birîn û gundiyan bêceryan hiştin.