'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê! 2019-09-16 09:00:44   AMED – Dr. Erdal Sîpan di qada tibê de ji bo xizmeta tenduristiya bi kurdî mora xwe li xebatek nû ya tenduristiyê xist û pirtûka “Alîkariya Destpêkê” ya Kurdî weşand.  Di warê tibê ango tenduristiyê de berhemên (materyal) kurdî gelek kêm in. Di vê mijarê de pirtûkek nû ya bi navê  “Alîkariya Destpêkê” ji aliyê Diktor Erdal Sîpan ve tê derxistin. Sîpan, nêzî 8 mehan e li ser pirtûkê dixebite û temam kir. Pirtûk ji nav Weşanên Sîtavê derçû.    Li ser mijara alîkariya destpêkê ya tenduristiyê cara yekem e ku pirtûkek bi zaravayê kurmancî tê çapkirin. Sîpan di pirtûka xwe de hemû pêdiviyên alîkariya destpêkê nirxandine û bi zimanekî zelal mijar bi wêneyên rengîn raxistine ber xwendevanan. Wêneyên wê ji aliyê Ercan Altuntaş ve hatine çêkirin.    ‘TENDURISTÎ MIJAREKE GIRÎNG E’   Tê payîn pirtûk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê, Rojhilat û derveyî welat jî bê şandin. “Alîkariya Destpêkê” dê li dezgehên Pêşengeha Pirtûkan a Amedê jî li ber destên xwîneran be. Pirtûk di destpêkê de hezar heb hatine weşandin.   Dr. Erdal Sîpan derbarê pirtûka xwe de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Sîpan anî ziman ku di warê qada tenduristiyê de bi kurdî berhem (pirtûk) pir kêm in û di vî warî de pêdiviyek pir zêde bi pirtûkek wiha hebû. Sîpan bal kişand ser zimanê tibê û got: “Bi taybetî jî bi zimanekî hêsan û fêmkar hewce bû berhem werin çêkirin û nivîs werin lêkirin. Bi taybet jî tenduristî ji bo her kesî mijarek girîng e û divê her kes ji bo tenduristiyê xwedî hîn zanînan be. Em bi vê ferasetê nêzîk dibin. Li ser vê esasê kar û barên min ên ziman û di warê tibê de jî didomin.”   XELETIYAN JI HOLÊ RADIKE   Sîpan diyar kir ku wî di dawiya lêhûrbûnekê de hîs kiriye ku vê pirtûkê binivîsîne û wiha pêde çû: “Min di dawiyê de xebata wê da destpêkirin. Navê pirtûkê Alîkariya Destpêkê ye. Alîkariya Destpêkê; di her ziman û netewî de pirtûkên bi vî rengî hene. Lê di zimanê kurdî de ev yek tunebû. Ev wek kêmasiyek bû. Min jî xwest vê kêmasiyê ango hewcedariyê dagirim. Pirtûk li ser vê esasê derket.”   Sîpan da zanîn ku pirtûka derxistiye di warê alîkariya destpêkê de ye û wiha dewam kir: “Dema yek ji nişkeve ket erdê yan jî tiştek bi serê kesek de qewimî heta bigihînin nexweşxaneyê ango pisporên tenduristiyê werin hawara wî kesî, ên ku li wê derê ne dikarin çi bikin? Di mijara alîkariya destpêkê de hin zanînên me yên xelet hene. Min jî xwest bi vê pirtûkê em hem van xeletiyan ji holê rakin û hem jî em çawa nêzî rewşa nexweş û birîndar bibin. Em dikarin çawa bibin alîkar. Li ser vê yekê pirtûk hatiye hûnandin.”   JI BO HERKESÎ PÊDIVÎ YE   Sîpan anî ziman ku di qada tenduristiyê de her netewek xwedî gelek pirtûkan e û wî gelek pirtûkên neteweyên din ên di vê mijarê de daye ber hev û got: “Lê min li gorî xweseriya gelê kurd û Kurdistanê vê pirtûkê lêkir. Her tim rewşên birîndar û nexweşînê derdikevin pêşiya me. Ji welatên din bêtir ev tişt li welatê me diqewimin. Ji bo rewşek wiha ji bo em dikaribin pêşiya tiştên nexweş bigirin lazim bû ev pirtûk were derxistin. Hewce bû bi zimanê dayikê em vê pirtûkê biweşînin. Ev pirtûk ji bo herkesî pêdivî ye. Ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan dikarin ji vê pirtûkê sûd werbigirin. Zimanê wê zelal e. Me di dawiya pirtûkê de jî peyvên tibî wek ferhengok nivîsandiye.”     PIRTÛKEKE WIHA NÎNE!   Sîpan da zanîn ku bi qasî ku pirsiye, li çar parçeyên Kurdistanê heta niha bi zaravayê kurmancî pirtûkek wiha nîne û nehatiye çapkirin û ev tişt got: “Xwezî pirtûkên bi vî rengî hebûna. Hebûya wê pêşiya me vekiriba û barê me sivikttir bikira. Ji ber yek peyvekê carna mirov bi saetan li peyvekê digeriya û bi hevalan re nîqaş li ser dikir. Min organên laş daye pênasekirin û cihê wan diyar kiriye. Mixabin em di warê tenduristiyê de tiştekî nizanin. Me xwe radestî sazî û dezgehên dewletê kiriye. Ev yek ne rast e. Divê em di warê tenduristiyê xwe radestî hin pergalan neke. Divê hin tiştên serek zanibin. Mixabin pergalê di warê tenduristiyê de jî me kiriye bindestê xwe.”   ‘PÊWISTÎ BI XEBATÊN BERFIREH HEYE’   Sîpan di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo qada tenduristiyê pêwistî bi hin xebatên berfireh ên kurdî heye û wiha pêde çû: “Pirtûk bi wêneyên mijara alîkariya destpêkê rengînî hatiye amadekirin. Wêneyên di hundirê pirtûkê de ji bona fêmkirina mijarê dibin alîkar. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de li sazî û dezgehên tenduristiyê zimanê kurdî nayê bikaranîn. Li ser vê yekê di nexweşxaneyan de jî li pêşiya zimanê kurdî astengiyên mezin hene. Polîtîkayên pişaftinê rê nade zimanê kurdî. Em hêvîdarin sazî û dezgehên tenduristiyê girêdayî vê polîtîkaya pişaftinê nemînin. Ez bang li hemû xebatkarên tenduristiyê yên kurd dikim ku ji bo zimanê kurdî  di warê civakî û tenduristiyê de li serê bisekinin.”   DR. ERDAL SÎPAN KÎ YE?   Sîpan ji bajarê Wanê ye. Bijîjkê nexweşiyên hinavî ye. 10 sal in bijîjkiyê dike. Ji 2006’an ve bênavber xebatên ziman bi rê ve dibe. Sîpan ji biçûkiya xwe ve xwestiye bi kurdî bixwîne û binivisîne. Di salên xwe yên zanîngehê de dest bi xebatên ziman dike. Sîpan têkildarî girêdayîbûna xwe zimanê kurdî dibêje ku di jiyana xwe de kêliyek jî ji zimanê kurdî dûr neketiye. Niha li Amedê dijî û di warê ziman û tibê de xebatên xwe didomîne.    MA / Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz