ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN 2019-09-16 09:00:13 * Dadgerê berê yê DMME'yê Riza Turmen diyar kir ku ji bo demokratîkbûna rejîma Tirkiyeya pêwîstî bi têkoşînê heye û got: "Ev têkoşîn divê bi hev re bê dayîn."  * Karkerên Carqillê ku ji ber endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê ne, ji kar hatine derxistin, 517 rojên çalakiya xwe didomînin. Karkeran got ku ew pere naxwazin tenê karê xwe dixwazin.   * Dr. Erdal Sîpan di hêla tibê de ji bo kurdan mora xwe avêt bin xebateke hêja û li ser tenduristiyê bi navê “Alîkariya Destpêkê” pirtûkeke bi zimanê kurdî derxist.    * Piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, xebata rê û binesaziyê ku li taxa Xelîla ya navçeya Kerboranê hatibû destpêkirin, hat rawestandin. Niştecihên taxê ji bo ku biçin malê xwe neçarin ku kavil û keviran derbas bike.   * Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman wê li Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 29'an de berdewam bike. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa Girtî Mehmet Balaban ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 ya Tekîrdagê li dijî îşkence û binpêkirina mafan lêva xwe dirûtiye û ketiye grava birçîbûnê wê li şaxa komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşmeya "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" wê li Metroya Pangalti ya Şîşliyê li hev kom bibin. (19.00)