Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne 2019-09-15 16:00:42 ENQERE - Şandeya dibin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî de, wê têkildarî pêşketinên siyasî, herêmî û tayînkirina qeyûman de, li Awropa hin hevdîtinên cuda pêk bîne. .    Şandeya dibin Serokatiya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî de, di 16 û 18’ê Îlonê de, wê li Ewropayê hin hevdîtinên cuda pêk bîne.    Temellî û şandeya pê re, wê di 16’ê Îlonê de, li Strazburgê tevlî hevdîtina gel bibin û di 17’ê Îlonê de jî, wê li Parlamentoya Ewropa, bi komên partiya siyasî û Koma Dostên Kurdan a Parlamentoya Ewropa re hevdîtin bikin. Şande, wê di heman rojê de, bi komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê cih digirin re de, civîna çepmeniyê li dar bixin.    WÊ GELEK SERNAVA BÊN NÎQAŞ KIRIN   Di hevdîtinên bên kirin de, wê li ser pêşketinên siyasî, pirsgirêkên herêmî, têkiliyên Tirkiyeyê û Yekitiya Ewropa (YE), demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û tayînkirina qeyûman, nîşaq bên kirin.   Temellî û şandeya pê re, wê roja 18’ê Îlonê jî, danişîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AÎHM) bê dîtin, bişopîn in.