‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’ 2019-09-15 15:34:15     WAN - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di Nobeta Demokrasî ya li Wanê de axivî û got: “Em bi israrin ku qeyûm bişînin. Heya ku em cihê vîna gelê dîsa paşve bistînin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Ev 29 rojin şermezarkirinên tayînkirina qeyman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê dewam dikin. Nobeta Demokrasiyê ya li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê bi tevlîbûna parlementerên HDP û gelek kesan domiya. Di çalakiyê de pankarata “Ne vîna qeyûm, vîna gel” hat vekirin.   Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi hevkariya desthilatdariya AKP welat nayê birêve birin û desthilatdarî di heman demê bi hestên dayikên li ber HDP’ê rûniştine dilîze.    ‘GELO YÊN DESTHILATDAR HÛNIN AN JÎ HDP YE?’   Ozguneş, bal kişand ser rûniştina malbatan a li ber deriyê HDP’ê û wiha got: “Wezîrê Karê Hûndir li şûna pirsgirêkê çareser bike, diçe ber derî çalakiya rûniştinê li dar dixe. Dîsa Wezîra Jinan heman tiştî dike. Ê beş, em pirs dikin, gelo yên desthilatdar hûnin an jî HDP ye? Di aliyekê de ev me keyfxweş dike. Wesan xuya dike li welat partiya çareseriyê tenê HDP ye. Ev yek me keyfxweş dike. Em dayikên li wê derê fam dikin. Lê navnîşan ne HDP ye, hikumet bi xwe ye.”   'HEYA  KU QEYÛM BIÇIN EM TÊBIKOŞIN’   Ozguneş, da zanîn ku heya qeyûm biçin ewê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana me mafdar û meşrû ye. Em bi israrin ku qeyûm bişînin. Ji bo aştiya Tirkiyeyê, wê demokrasî, hiqûq û aştiya civakî ya gelan be. Em endamên vê dozê ne.”   Piştî axaftina Ozguneş, çalakî bi gotina stranan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.