Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî 2019-09-15 14:27:29     EDENE - Li navçeya Tufanbeylî ya Edenê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê lê sîwar bûn, di kaş de qulipî, 8 jê zarok 10 kes birîndar bûn.    Li Taxa Çatalçam a navçeya Tufanbeylî ya Edenê, mînîbusa karkerên çandiniyê lê siwar bûn qeza kir. Mînîbusa, malbatên ku di zeviyên nokan ên nvçeya Urgup a Nevşehîrê de xebitin û xwestin vegerin malên xwe yên Riha, ji kontrolê derket û di kaş de qulipî. Di qezayê de 8 jê zarok 10 karker birîndar bûn.    Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Tufanbeyli û Saîmbeylî. Dermakirina karkeran berdewam bike.