Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin 2019-08-24 21:57:25   AMED – Mala Hunerê ya Laleşê, Yekemîn Rojên Govendê li dar xist. Di şahiyê de dengbêjan li dîwanê kilam gotin. Komên govendên herêman bi cil û bergên xwe rengîn govend lîstin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, di şahiyê de axivî û diyar kir ku kurdan gelek demên zor derbas kirine û dê niha jî derbas bikin û ew dîrok û çanda kurdî bi xwe ne.    Mala Hunerê ya Laleşê, ku dixwest li navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar bixe, piştî tayînkirina qeyûm, li hewşa avahiya xwe li dar xist. Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û gelek welatî beşdarî Rojên Govendê bûn. Li gel pêşandana govendên herêman dengbêjên ji Cizîra Botan û Wanê hatibûn jî kilam gotin.   'EM Ê VAN DERA NE'   Beriya bername dest pê bike Selçûk Mizrakli axivî. Mizrakli, diyar kir ku ew di demên zor de derbas bûne û wiha got: “Di her ziviranoka zor de ku em derbas bûn em mezin bûn. Me ji biryardariya xwe tawîz neda. Em ê dîsa bi ser bikevin. Vî gelî di Jimara 5’an de jî di Helebçeyê de jî li nîvenga Enqereyê jî di 5’ê Hezîranê de jî me ji goşt dîwar ava kir. Em gellek ji xweliya xwe ji nûve zindî bûne. Ev gel dizane her zor û dijwariyê derbas bike. Kurdan bi sed û hezaran sal li dijî zilma barbaran li ber xwe daye, dema cihê wê hatiye xwe avêtiye bextê çiyayan, dema cihê wê hatiye di nava dilên hev de tov çandine. Ev gel di wan di dilan de mezin bûye. Dizane her tengasiyê ji pêşiya xwe rake. Em hem axa vir in, hem kevirê vir in, hem darên vir in, hem em mirovê vir in. Em hem dîroka vir in, hem çanda vir in û hem jî siberoja vir in.”   Mizrakli, destnîşan kir ku ew kesên nikarin wan têk bibin har û dîn bûne û wiha got: “Li hember sekna we hişê xwe diavêjin. Yanî hûn wan har û dîn dikin. Li hember wan çong tewandin tune ye. Em ê dev ji doza edalet, heq û gel bernedin. Heta ev ciwan û jin hebin, wê siberoj û hêz a me be û wê ev berxwedan neqede. Rêya we û rêya me vekirî be.”    DÎWANA DENGBÊJAN   Piştî axaftina Mizrakli, dengbêj Cemalê Mihê û Rêzanê Batû yên ji Cizîrê hatibûn û dengbêj Apê Ûsiv ê ji Wanê hatibû li dîwana dengbêjan rûniştin û kilamên herêma Botanê û Serhedê gotin û dengê kilaman bi ser derdorê xistin.    GOVENDÊN HERÊMAN GERANDIN    Piştî dîwana dengbêjan, komên govendê bi cil û bergên herêmî derketin û govendên herêmên cuda gerandin. Ewil Koma Jinên Sûrê derket û li ber dengê def û zirnê govend gerandin. Pişt re jî Koma Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê ku ji Stenbolê hatibû, Koma Rêber Serhildan û Koma Amed yên Laleşê govendên herêman li ber dengê def û zirnê dan nîşandan.    Govend gerandina koman welatî şanaz kirin û welatiyan ji wan re li çepikan da. Bername bi dayîna plaketan bi dawî bû.