Çalakiyên dengderxistinê didomin 2019-08-24 21:00:44   AMED – Welatiyan li navçeyên Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Li kuçeyên dîrokî yên Sûrê dengê çalakiyê olan da.    Li navçeyên navendî Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya dengderxistinê û lembetefandinê û pêxistinê pêk anîn û şermezar kirin. Çalakiya dengderxistinê di roja 3'yemîn de didome.    Li navçeya dîrokî ya Sûrê parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Saliha Aydeniz, Garo Paylan, rêveberên HDP’ê jî di nav degellek welatî li taxên navçeyê belav bûn û çalakî pêk anîn. Kom bi kom li kolan û kuçeyên taxan geriyan û li fîrfîrikan dan û li derabeyan dan û deng derxistin. Welatiyan bênavber dirûşmên “Amed ya me ye”, “Amed ranekeve xwedî li vîna xwe derkeve” û “Qeyûmê AKP’ê ji şaredariyê bicihime” berz kirin. Her wiha li ser kolana Melîk Ahmedê jî hin welatiyan li fîrfîrikê xistin û hin ajokaran jî li qornayên wesayîtên xwe dan û deng derxistin.    Li taxên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê jî welatiyan li şaneşîn û hewşên malên xwe li teyfik û beroşan xistin û deng derxistin. Her wiha welatiyan lembeyên malên xwe jî temirandin û pêxistin. Welatiyan dirûşme berz kirin û pêkanînên li dijî vîna xwe şermezar kirin.