Keça xwe û hevjîna xwe kuşt 2019-08-24 20:46:20   SAMSÛN - Li navçeya Bafra ya Samsûnê, Hasan Beykoz (65), hevjîna xwe Meryem (60) û keça xwe Emîne beykoz (35) bi demançeyê kuşt.    Li navçeya Bafra ya Samsûnê, Hasan Beykoz (65) û hevjîna wî Meryem Beykoz (60) ji ber sedemeke ku nehat hînbûn ketin qirika hev. Piştî herdu hevjîn dikevin qirika hev keça wan Emîne Beykoz (35) jî daxilî minaqeşeyê dibe. Li ser vê Hasan Beykoz bi demançeya xwe berdide derdorê. fîşek li dê û keça wê dikevin û Hasan Beykoz jî ji malê direve.    Piştî şîniyên apardûmanê dengê çekê dibihîsin hayê polîs û tenduristkaran pê dixin. Dema tenduristkar tên cihê bûyerê dibînin ku dê û keç her du jî jiyana xwe ji dest dane.    Piştî bûyerê bi demekê Hasan Beykoz diçe Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û teslîm dibe.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.