Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan 2019-08-24 17:57:03 WAN - Li Wanê çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm di roja 6’an de berdewam kir. Dîsa polîsan destûr neda çalakiyê. Lê rêvberên HDP'ê astengiyên polisan nas nekir û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wane Bedia Ozgokçe, diyar kir ku wan îcraaetên qeyûm teşîr kirine. Gel jî li dijî tayînkirina qeyûm bi dirûşmeyan meşiyan.    Çalakiyên gel ên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdînê li bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 6'an de berdewam dikin. Li Wanê girseya ku hevşaredar, parlamenter û rêveberên HDP'ê jî di navde dîsa kom bûn û xwestin li Parka Dabbaoglu daxuyaniyê bidin. Polîsan disa koma HDP'ê dorpêç kir û nexwestin ku girse daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Tevî hemû astengiyan HDP'îyan dîsa daxuyanî dan û tayînkirina qeyûm şermhezar kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, tevî hemû astengiyên polîsan daxuyanî da. Polîsan bê navber bi megafonê banga "Daxuyaniyê li avahiya xwe bidin" kir. Lê Ozgokçe, guh neda banga polîsan û daxuyanî da. Ozgokçe anî ziman ku tayînkirina qeyûm darbeya siyasî ye û vê yekê qebûl nakin.    Ozgokçe, bang li hilbijêrên AKP'ê jî kir û xwest li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin û carek din bifikirin û wiha got: "Me şaredarî bi 1.2 milyar TL deyn dewir girt. 4 mehin em hewl didin şaredariyê ji nava kavilên nelirêtî û diziyê rizgar bikin. Me ev yek bi dozgeriyê re parve kir. Emê hesabê vê yekê di rêyên hiquqî û rewa de heta dawî bipirsin. Qeyûm rantê ji hevkarên xwe re pêşkêş dike. Stendina takime xwarinê bi 48 hezar TL sûc e. Tekneya Protokolê ya bi 638 bin TL krekirin sûc e. Gelek tahrîbaten ku qeyûm dane şaredariyê u em bi gelê xwe re parve bikin heye. Pişti em hatin me dawî li saltanata wî ya maqam anî. Me ew di nava gel de teşir kir. Em ê heta dawî hesab bipirsin.    Pixti daxuyaniyê girse ji Kolana Mereşê ber bi Kolana Cumhuriyetê ve dest bi meşe kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî azadî bimre koletî", "Li dijî qeyûm mil bidin mil" û "Gelê Wanê ranezê li vîna xwe xwedî derkevin"  berz kirin.