Bila Turan ê felç bê berdan 2019-08-24 16:01:41 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş "Rûniştina F" di hefteya 387'an de berdewam kirin. Vê hefteyê xwestin girtiyê nexweş yê felç Abdullah Turan serbest berdin.    Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 387'an de berdewam kirin. Komîsyonê dîsa xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê berdewam bikin. Lê dîsa polîsan destûr neda çalakiyê. Komisyone piştî astengiyê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Komîsyonê wêneyê girtiyê nexweş û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin" û “Tecrid dukuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Endama komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Meryem Bars bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Turan ê li Metrise û xwest Abdullah Turan serbest bê berdan. Bars, anî ziman ku li dijî tecrîda li Îmraliyê Turan hewl da dawî li jiyana xwe bîne û niha felç bûye."     Bars, xewst Abdullah Turan û hemû girtiyên nexweş bi lez serbest berdin.