2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-08-24 15:49:04   STENBOL - 2 jê rojnameger 11 kesên ku duh li Kadikoyê ji ber şermezarkirina tayînkirina qeyûman hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji bo tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin en Amed, Mêrdîn û Wanê, xwestibû daxuyaniyeke bide û çalakî li dar bixe. Polisan mudaxaleyî daxuyaniya ciwanan kiribû û 2 jê rojnameger 11 kesan binçav kiribû. Kesên hatibûn binçavkirin sewqî Edliyaya Anadolûyê ya li navçeya Kartalê ya Stenbolê hatin kirin. Piştî îfadeyê wan ên dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Her yazdeh kes jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.