Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin 2019-08-21 12:44:54 AMED - Midurê Karê Nivîsan ê Qeymeqamiya Peyasê Mehmet Zulkuf Guler weke qeyûm tayînî şûna Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê Adnan Akgul hat kirin.  Wezareta Karên Hundir lêpirsînên ku bi angaşta "propaganda rêxistinê" kiriye, derbarê Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê ya Adnan Akgul ê HDP'î de hatine vekirin, weke hincet nîşan da û ew ji peywir girt.  Wezaretê, Midurê Karê Nivîsan ê Qeymeqamiya Peyasê Mehmet Zulkuf Guler weke qeyûm tayînî şûna Akgul kir.    Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê vê daxuyaniyê da: "Midurê Karê Nivîsan ê Qeymeqamiya Peyasê weke qeyûm tayînî şûna endamê meclisa me Adnan Akgul ku bi awayî nehiqûqî peywira wî hatibû xespkirin, hat kirin. Tayînkirina qeyûman a şûna payeyên ku gel vîna xwe radestî wan kiriye; bi awayekî zelal nehezmkirin û delîla pergala dîktatoryal e."