Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin 2019-08-21 11:04:26 ENQERE - Ji bilî 42 baroyan, hin endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîma vekirina sala dadî ya ku li Qesra Serokkomariyê bê lidarxistin, nebin.  Hat hînbûn ku hin endamên Dadgeha Bilind jî tevlî merasîma vekirina sala dadî ya ku li ser daxwaza Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan dê Qesra Serokkomariyê bê lidarxistin, nebin. 42 baroyan jî ragihandibû dê tevlî merasîmê nebin. Li gorî nûçeyeke Rojnameya Cûmhûriyetê, 20 endamên Dadgeha Bilind bi 'tercîha xwe ya takekesî' biryar dane ku tevlî merasîmê nebin.    Endamekî Dadgeha Bilind binasiya xwe ya tevlînebûna merasîmê bi van gotinan aşkera kir: "Lidarxistina merasîma vekirina sala dadî yali Kulliyeya Serokkomariyê ku navenda rêvebirinê ye dê xesarê bide serxwebûna darazê. Em li dijî lidarxistina merasîmê ya di bin çavdêriya serokê giştî yê partiyeke siyasî de ne. Divê merasîm li cihekî dûrî di bin bandora siyasiyan de bê lidarxistin."