'Gel wê bersîva pêwist bide' 2019-08-21 10:49:09 AMED – Serokê rêxistinên Partiya Saadetê û ya CHP'ê yên Bajarê Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dan û diyar kirin ku ev yek wê bibe sedema berberiyê û wiha gotin: "Gel wê bersîva pêwist dîsa bide wan."    Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Hevşaredar ji peywirê girtin. Bertek û nerazabûna li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibe. Serokê Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Mehmet Sayin û Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesîh Bozan têkildarî tayînkirina qeyûman ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. Serokê CHP'ê yê Amedê Sayin got: “Li ser navê demokrasiyê rewşa şermê ye." Serokê SP'ê yê Amedê Bozan jî diyar kir ku tayînkirina qeyûmê li dijî hiqûqê ye.   ‘WÊ GEL BÎNE HEMBERÎ HEV    Serokê SP'ê yê Amedê Fesih Bozan, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan a "Yên bi sindoqan hatin wê bi sindoqan biçin" û wiha got: “Bi vê gotinê xwe derxistin pêş. Lê îro kesên bi sindoqan hatine bi qeyûm diçin. Li holê du darizandin û dadgeh tune. Li holê tu sûc tune ye. Hûn nikarin bi jipeyvirgirtinê mirovan reş bikin. AKP ji bo muxalefetê bêden bikin serî li rêbazên tundî û zorê dide. Îktîdar dibêje 'Yên ne bi min re bin terorîst in' Bi vê yekê siyaset nabe. Ev yek wê li Tirkiye gelan bîne hemberî hev. Wê zerare bide aramî û aştiyê."    ‘LI SER NAVÊ DEMOKRASIYÊ ŞERMA MEZIN E'   Serokê Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Mehmet Sayin jî diyar kir ku li ser navê Demokrasiyê şerma mezin e û wiha got: "2.5 sal berê heman rêbaz pêş xistin. Lê encam negirt. Gel bêtir bertek nîşanî vê yekê da. Bi xezpa vîna gel çareserî pêş nakeve. Li ser navê demokrasiyê rewşa şermê ye. Gel wê bersîvê bide wan. Ger ku qeyûm serkeftî bûna, wê di hilbijartinê de bi ser ketibûna. Li vir qeyûman winda kir. AKP her dem qala Demokrasiya pêşketî dike. Lê vîna gel xesp dike. Ger ku hûn dê qeyûm tayin bikin çima hilbijartinê dikin. Ev pêkanîn li diji aqilan e. 3 meh an jî 3 sal şûnde hilbijartin çê bibe jî dîsa gel wê bersîvê bide qeyûman."    MA / Arjîn Dîlek Oncel