Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî 2019-08-21 09:58:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnas û Wezîrê Dadê yê berê Hîkmet Samî Turk, diyar kir ku îktîdarê beriya hilbijartina 31'ê Adarê jî hevşaredarên HDP û CHP'î ji peywirê girtibû û niha jî di Rewşa Asayî de erk û zagonên OHAL'ê bikar anî û hevşaredar ji peywirê girtin. Turk wiha got: "Di şertê Asayî de erka OHAL'ê bikar anî. Ev pêkanînek dijdemokratîk e."    Hiqûqnas û Wezîrê Dadê yê berê Hîkmet Samî Turk, ji peywirgirtina Hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê û tayînkirina qeyûm a li şûna wan rexne kir û wiha got: "Erka ku di serdema OHAL'ê di rewşa Asayî de bikar anîn. Xala der barê ji peyvirgirtinê de di serdema OHAL'ê de bi hêjmara 674'an a KHK'ê lê zêde kirine. Di hean demê de bi zagona hêjmar 6738'an qebûl kirine. Bi vî rengî erka ku di serdema OHAL'ê de dane, di rewşa asayi de xistine meriyetê. Îktîdarê beriya hilbijartina 31'ê Adarê jî hevşaredarên HDP'ê û şaredarên CHP'ê ji peyvirê girtin. Şaredarên AKP'î ku ji wan ne kêfxweş bûn jî bi zorê dabû îstîfakirin.