Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin 2019-08-21 09:14:27 AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê cerdevanan bi ser gundê cîran de girtin û 6 kes kuştin 9 kes jî birîndar kirin Cerdevanan li Gundê Reşka yê Navçeya Farqînê bi ser mala Bozan de girt. Di bûyerê de malbata cerdevan a Poyraz gule reşandin û 6 kes kuştin û 9 kes birîndar kirin. Malbata Poyras a cerdevan li Gundê Reşka bi ser malbata Enver Tekîn de girtin û gule reşandin. Malbata cerdevan Poyraz ji bo bûka xwe ya ku Keça Enver Tekîn bi zorê bibin bi ser gund de girtin û li ser malbatê gule reşandin. Piştî bûyerê yên bi hawarê hatin, xwestin navbênkariyê bikin. Lê malbata cerdevan a ji Gundê Teverzê hatin li ser kesên ketin navberê gule reşandin. Ji malbata Narin a ket navberê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di bûyerê de Aziz Narin (22), Halîse Narin, Gokhan Narin (22), Edip Ograş û keça xwe û jinek ku navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Cevat, Felak, Mevlut, Burak, Munevver û Cevat Narîn û Tegmen Yapici û Firat Tekin birindar bûn.    Kesên birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Farqîn û Amedê. Eskerên hatin cihê bûyerê çûn û hatin girtin û dest bi lêkolînê kirin.