‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan' 2019-08-21 09:10:47 AMED – Dayika Aştiyê ku ji ber bombeyên gazê ya polîsan ket bin bandorê Aysel Tufan bang li gelê Kurd kir û got: "Ev çi hale, vîn a me ye, deng yê me ye. Kurdno rabin ser piyan."  Wezîrê Karên Hundir piştî di 19'ê Tebaşê de qeyûm tayînî bajarên Wan, Amed û Mêrdinê kir, 2 rojin gelê Wan, Amed û Mêrdînê di nava çalakiyan de ne. Duh polîsan li Amed, Wan û Mêrdînê bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî girseyên daketin qadan kir û gelek kes birîndar kirin. Gelek kes jî hatin binçavkirin. Li Amedê ji ber mudaxaleya hişk ya polîsan ku ava şid avêt ser girsê Aysel Tufan ket bin bandora bombeyên gazê û bêzar bû. Tufan ku li Kolana Lîse rastî mudaxayea polîsan a ava şid û bombeyên gazê hat, hêrz û nerazîbûna xwe anî ziman û bang li gelê Kurd kir.   'RABIN SER PIYAN '    Tufan bang li gelê Kurd kir û wiha got: "Kurdan çi kiriye ew qas rastî zilm û zorê tên. Kurdistan di destê mêtîngeran û dagirkeran de ye. Kurdno ez tika dikim. Rabin ser piyan. Vîn a me ye, deng ya me ye, bajar yê me ye. Kurdno rapin ser piyan."