‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in' 2019-08-21 09:10:06 ÊLIH - Nûnerên rêxistinên kedê yên Êlihê, bertek nîşanî qeyûman dan û gotin: "Herî zêde ê zirarê ji tayînkirina qeyûman digirin kedkar in. Loma divê em kedkar hemû bûn cem hevdu nerazîbûna xwe nîşan bidin."  Nûnerên rêxistinên kedê yên Êlihê jî nerazîbûnên xwe yên ji bo qeyûmên tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin nîşan dan û gotin, ev darbeya li dijî demokrasiyê ye û divê hêzên demokrasiyên bên cem hev û dengê xwe bilind bikin.    SES: AKP'Ê DAS LI ÇÎMA XWE XIST    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakîyî (SES) a Êlihê Denîz Topkan, diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespkirina mafê hilbijartin û bijartina gel e û got: "AKP, bi kîndarî nêzî şaredariyên HDP'î dibe. Piştî têkşikandina 31'ê Adarê û hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê sewsî bû. Gel û em hêzên demokrasiyê em mil bidin milê hevdu û careke din wan mehkûm bikin. Loma divê di serî de em kedkar û bi giştî her kes li dijî van polîtîkayên qeyûman bitêkoşin." Topkan, diyar kir ku di pêvajoyeke ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye "ez dikarim pirsgirêkê çareser bikim" de qeyûm hatine tayînkirin û got: "Di serdemeke ku hêviya ji bo aştiyê zêde bûye de pêkanîna tiştek bi vî rengî tê wateya israrkirina di konsepta şer de. Lê belê em dikarin bi têkoşînê hêviyên ji bo aştiyê zînde bikin."    EGÎTÎM SEN: BÊDENGÎ QEBÛLKIRIN E    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Necatî Dadak jî destnîşan kir ku demildest divê kesên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe û bêdengiya li hemberî qeyûman tê wateya qebûlkirina pêkanînên faşîzmê û gotÊ "Li cihekî ku zilm lê hebe bêalîbûn nayê qebûlkirin. Em bang li kedkaran dikin ku qadan xurt bikin."    Sekreterê Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê Eyup Yagiz jî got: "Li dijî van pêkanînan ji bo dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe divê em bên cem hevdu û bi yek dengî dengê xwe bilind bikin."    DÎSK: ZIRAR DIGIHÊ KEDKARAN    Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ku girêdayî DÎSK'ê ye Ferhat Ataca jî destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûm ê herî zêde zirar digihê wan kedkar in û got: "Divê li dijî xespkirina mafan kedkar bên cem hevdu. Serdema borî nêzî 250 endamên me ji Şaredariya Êlihê hatin avêtin. Loma divê em kedkar hemû bên cem hevdu û li dijî qeyûman nerazîbûna xwe nîşan bidin."