Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan 2019-08-21 09:09:26 STENBOL - Kurd, ereb, pomak, suryanî, çerkes, hemşîn û gurciyên xwedî li peyaman Ocalan ku gotibû "ji bo çareseriyê amade me" derdikevin, gotin: "Kesên ehlê jiyanê, ehlê mirovahiyê, ehlê xwezayê divê hemû dengê xwe li dengê Abdullah Ocalan zêde bikin."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya 7'ê Tebaxê de ku bi parêzerên xwe re kiribû gotibû: "Ez ji bo çareseriyê amade me." Kurd, ereb, çomak, çerkes, hemşîn, gurcî, elewî û suryaniyan destnîşan kir ku divê her kes xwedî li peyamên Ocalan derkeve.    POMAK: AŞTIYEKE BIRÛMET    Nûnerê Tevgera Pomakan a Demokratîk Şaban Korkmaz, diyar kir ku peyama Ocalan girîng e û got: "Daxwaza sereke û demildest a gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê aştiyeke birûmet e. Eger ev daxwaz pêk bê wê bi xwe re qadeke azad bîne."    ÇERKES: TÊKOŞÎNA ME YE JΠ   Endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Yaşar Guven ê çerkez jî got: "Têkoşîneke ji bo qada jiyanê ya laz, boşnak, gurcî, hemşînî, suryanî, tirk, zaza, ermen, rûm, çerkes, elewî, kurd û ereban çi dibe bila bibe têkoşîna me ye jî."    HEMŞÎNÎ: PEYDAKIRINA QADÊ YA JI BO GELAN    Nivîskarê Kovara Gorê Mahîr Ozkan ê hemşînî jî got: "Gotina Ocalan ku dibêje 'ji bo kurdan qadekê vedikim', divê wekî 'ji bo gelan qadekê vedikim' bê fêmkirin. Divê ziman, çand, dîrok û pêşeroja gelên li Tirkiyeyê bi qanûnê bên parastin. Asîmlasiyon hatiye asteke wisa ku ewlehiya qanûniyî jî nikare bi paş ve bîne. Di vî warî de hemşînî li gor laz, kurd û gurciyan di rewşeke hîn xirabtir de ne. Yanî ligel kurdan, pêdiviya gelên din jî bi qadekê heye."    Hîkmet Akçîçek ku bi salan e der barê çanda hemşîniyan de dixebite û lêkolîna dike jî got: "Ocalan, di çareseriyê de israr dike û daxuyaniya wî ya dawî jî îfadeya çareserkirinek demokratîk û aştiyane ye. Heta kurd rûken nebin ne tirk ne jî gelên Rojhilata Navîn wê rûken nebin. Eger pirsgirêka kurd li ser asasê hemwelatiyeke wekhev bê çareserkirin wê ev yek bibe sedema demokratîkbûyîna Tirkiye û rojhilata Navîn û wê ev bi kêrî hemû gelan jî bê."    EREB: DIVÊ HER KES DENGÊ XWE LI DENGÊ OCALAN ZÊDE BIKE    Helbestvan Meryem Fehîme Orûç a ereb jî got: "Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'ez dikarim di nav hefteyekê de çekan bêdeng bikim.' Nexwe divê her kes vî dengî bibihîse. Em gelên Tirkiyeyê êdî aramiyê dixwazin. Wê bi diyalogan bi Birêz Abdullah Ocalan re di nav hefteyekê de çek rawestin û aştî çêbibe. Êdî em di TV'yan de mirina kesî nebihîsin. Em ê ji çekên çav berdane nanê me û baca me xelas bibin. Li vî welatî têra her kesî nan, av, kar û her tişt heye. Tenê em hefteyekê em dengê aştiyê yê li nêzî me bibihîsin. Kesên ehlê jiyanê, ehlê mirovahiyê, ehlê xwezayê divê hemû dengê xwe li dengê Abdullah Ocalan zêde bikin."    Serokê Navenda Zimanê Gurcî ya Stenbolê Eşref Yilmaz jî got: "Divê gel vê bangawaziya Ocalan tim têxin rojevê û ji bo dewlet gavina bavêje hewl bide. Divê dewlet û gel jî bi feraseteke çareserkirinê nêzî vê peyama Ocalan bibin."    KURD: DIVÊ HER KES LI DOR ÇARESERIYÊ BIBE XELEK    Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm Daş ê kurd jî got: "Divê li Tirkiyeyê ji bo rêxistinbûyîna yekîtiyê saziyên sivîl ên çêkrin. Divê partiyên kurdan bi saziyên din re rûnên û li dor çareseriyeke hevpar bibin xelek. Eger ev pêk bên wê çareserî jî pêk bê."   Sekreterê Çapemeniyê yê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Bulent Felekoglû jî destnîşan kir ku bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê pir girîng e û got: "Piştî hevdîtin bi Ocalan re çêdibin her kes rihet dibe. Kesên cuda difikirin jî rihet dibin. Piştî her hevdîtin hîseke ku wê rê li ber qenalên dîplomatîk vebin peyda dibe û dibe cihê hêviyê. Beriya her tiştî pêdiviya gelan bi nêzîkatiyên cihêkariyê nake heye. Hevdîtinên bi Ocalan re derî li vê yekê vedikin."    SURYANÎ: ÇARESERIYEKE BÊYÎ OCALAN NE PÊKAN E    Serokê Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker jî destnîşan kir ku bangawaziya Ocalan bangawaziyeke dîrokî ue û got: "A rast firsendek e jî. Çi li Tirkiyeyê çi li Sûriyeyê û çi jî li devereke din, aştî ancax bi van bagwaziyan pêkan be. Ji bo me Ocalan muxatabê sereke yê çareserkirinê ye. Çareseriyeke bêyî Ocalan ne pêkan e. Me berê jî ev yek dît. Di dema pêvajoya çareseriyê de tiştên girîng çêbûn. Ji bo gelên suryanî jî tiştên baş pêk hatin, lê di van 4 salên dawî de me careke din jî dît ku bi şer, bi rûxandin û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin. Di vê pêvajoyê de eger bêhna aştiyê hebe ew jî bi saya daxuyaniyên Ocalan e. Em bi vê abwer dikin; tenê muxatabeke çareseriyê heye, ew jî Ocalan e. Bêyî Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Daxwaza me jî ew e ku dewlet rojek berî rojekê bi Birêz Ocalan re rûnê û li ser pirsgirêkên Sûriye û Tirkiyeyê hûr bibe û çareserî pêk bê."    MA / Sadiye Eser - Mehmet Halit Çetinbaş