Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire 2019-08-21 09:08:30 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bilêv kir ku divê dewlet guh bide banga Ocalan ku gotibû "ji bo çareseriyê amade me" û got: "Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7'ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re, gotibû: "Ez dikarim çareser bikim. Ez bi xwe bawer im, Ji bo çareseriyê amade me. Lê belê çi dewlet û çi jî aqlê dewletê jî çi hewce be divê bike."    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, bilêv kir ku daxuyaniyên Ocalan girîng in û divê dewlet van daxuyaniyan esas bigire.    ‘HETA NIHA LEQAYÊ KURDEKÎ KU DOZA AŞTIYÊ NAKE NEHATIME'    Keskîn, diyar kir ku sedema şerê li herêmê polîtîkayên neçareserkirinê yên aqlê dewletê ne û li hemberî van polîtîkayan gotinên Ocalan ên ji bo aştiyê pir girîng in û got: "Bi salan e di warê mafên mirovan de dixebitim. Heta niha leqayî kurdekî ku doza aştiyê nake nehatime. Çimkî neviyên kesên di nêvenga şer de çêbûne jî çêbûne. Loma em behsa gelekî ku herî zêde pêdiviya wî bi aştiyê heye dikin. Divê gotinên Ocalan jî di vê çarçoveyê de bên xwendin."    LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ POLÎTÎKAYA AŞTIYÊ    Keskîn, destnîşan kir ku ji bo gelê kurd Ocalan kesekî girîng e û loma divê dewlet jî guh bid ebangawaziyên Ocalan û got: "Eger polîtîkayên pevçûniyî bidomin wê li Tirkiyeyê nîjaprestî û cihêkariya heyî zêdetir bibe. Em hemû bi çavên xwe dibînin bê ka di demîn dawî de nîjadperestî çi qas zêde bûye. Loma divê em hemû li ser polîtîkayên aştiyane hûr bibin."    'AKP'Ê BI DEWLETA KÛR RE LI HEV KIR'    Keskîn, daxiyaniya Ocalan a "divê dewlet û aqlê dewletê jî çi hewce be bike" bi bîr xist û got: "Nexasim jî beriya her tiştî em dibînin ku piştî 2015'an AKP'ê bi dewleta kûr re li hev kir. Li hevkirina bi MHP'ê û nexasim jî bi lihevkirina bi aktorên salên 90'î yên wekî Mehmet Agar û Tansû Çîllerê re polîtîkayên neçareserkirinê zêde bûn. Dema Ocalan behsa aqlê dewletê dike behsa yekjimariyê dike, lê di bin wî aqlê dewletê de gelek aqil hene. Bi ya min dema Ocalan dibêej aqlê dewletê, behsa van aqilan hemûyand ike. Yanî destnîşan dike ku divê ev hemû ji bo polîtîkayên aştiyane bêjin temam. A rast tekane rêya çareseriyê jî ev e. Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye.   Keskîn, diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd ne hêsan e û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û tenê Tirkiyeyê eleqedar nake. Erdnîgariya Kurdistanê 4 dewletan û hêzên emperyal eleqedar dike. Lê belê erdnîgariya Kurdistanê ya herî bibandor erdnîgariya ku em lê dijîn. Loma çareseriya li vira wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike."    Keskîn, bi bîr xist ku beriya PKK'ê jî dewlet bi kurdan re şer dikir û got, ji bo demokratîkbûyînê divê dewlet bi dîroka we re hevrû bibe.    Her wiha Keskîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ger pirsgirêka kurd bê helkirin wê ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên din jî hel bike.    MA / Naci Kaya - Bariş Ceyhan