Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin 2019-08-21 09:07:21 AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê, girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.  Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê, girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Yek ji van girtiyan jî Ertan Yurek e. Bav Nîmetûllah Yurek ku di 15'ê Tebaxê de çû girtîgehê û kurê xwe dît, diyar kir ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyên bajêr û got: "Rewşa tenduristiya girtiyan qet nebaş e. Çenguya kurê min ji cî derketiye û divê bê emeliyatkirin. Li revîrê muayeneya bi kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin bêyî bên muayenekirin wan dişînin odeyên wan. Personelên tenduristiyê jî bi awayekî nîjadperest nêzî wan dibin û ji wan re dibêjin 'em ê sewqî nexweşxaneyên din nekin.'"    Bav Yurek, diyar kir ku di dawiya sala 2018'an de kurê wî û gelek hevalên wî ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê hatine kirin û di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û got: "Wexta lêgerîna tazî ferz kiribûn gardiyanan tahde li girtiyan kiribû. Giriyan jî giliyê rêveberiya girtîgehê kriibû. Rêveberiya girtîgehê jî giliyê girtiyan kiribû. Lê belê dadgehê doza girtiyan qebûl nekiribû, ya rêveberiya girtîgehê qebûl kiribû û 11 meh ceza li girtiyan birîbû. Paşê ceza hat qebûlkirin."    Bav Yurek, diyar kir ku divê her kes li dijî van binpêkirinên mafan derkeve.    Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê geriyan. Rayedarên girtîgehê gotin: "Em nikarin tiştekî bêjin. Bêyî destûra dozger em nikarin tiştekî bêjin."