Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir 2019-08-20 17:14:53 WAN - Li Wanê gel li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarêm Mezin a Wan, Mêrdîn û Amedê tevî mudaxaleyên polîsan ên dijwar çalakiyên xwe bê navber berdewam kir.  Polîsan bi ava şid mudaxale kir, jin bi erdê re kaş kirin. Guleyên plastîk berdan rojnamegeran. Gelek kes binçav kirin. Çalakiyen di bin dorpêça polisan de bi rûniştinê didomin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarêm Mezin ên Mêrdîn Amed û Wanê kirin, îro li Wan, Amed, Mêrdîn, Stenbol û gelek bajarên din gel daket kolanan û çalakî li dar xistin. Li Wanê bi tevlebûna parlamenter, rêveber û endamên HDP’ê gel ji sebê de li  kolanan e. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan, Omer Faruk Gergerlîoglu, Mensur Işik, Şevin Coşkun, Alî Kenanoglu, Huda Kaya, Murat Sarisaç, Abdullah Koç, Habîp Eksîk, Muazzez Orhan, Tayip Temel û Erdal Aydemir, hevşaredar, hevserokên HDP'ê yên navçe û bajêr li Kolana Cumhuriyetê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Piştî girse hat Kolana Cumhureytê, bi sedan polîsan dora HDP'îyan dorpêç kirin. Polisan desdûr neda ku girse belav bibe û xistin dorpêçê. Dema  wekîlan xwest dorpêça polîsan bişkîne polîsan mudaxale kir û wekîlê HDP'ê Abdullah Koç birîndar kirin. Gelek welatî rakirin nexweşxaneyê.    CIWANAN LI KOLANAN AGIR GEŞ KIRIN   Dema polîsan li kolana Cumhuriyetê mudaxaleyî girsê kirin, ciwanan li kolanên navberê çalakî berdewam kirin. Polîsan bombeyên gazê avêtin ciwanan, Ciwanan jî li kolanan agir geş kirin û çalakî berdewam kirin. Polîsan vê carê bi TOMA û gulayên plastîk mudaxaleyî ciwanên li kolanan kir. Li Kolana hunerê ciwanên ku agir pêxistin û bariyet darin, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. Di mudaxaleya polîsan de gelek ciwan birîndar bûn. Polisan di mudaxaleyê de jin ji di navde gelek kes li pey xwe kaş kirin û binçavkirin.    Çalakiyên di saenên serê sibê de dest pê kir hêj li kolanan didomin. Wekilan jî li Kolana Cumhuriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema wekîlan li kolana Cumhuriyetê çalakiya rûniştinê li dar xist polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî wekîlan kir. Kolan di çend kêliyan de bû wekî ewr û ji duxana bombeyên gazê çav çavan nedît. Di mudaxaleya polîsan de Hevserokê DBP'ê Okkeş Kava jî di navde gelek kes hatin binçavkirin.    BI BOMBEYÊN PLASTÎK ÊRÎŞÎ ROJNAMEGERAN KIRIN   Polîsan, bi guleyên plastîk mudaxaleyî rojnamgeran jî kirin, çêr û neheqî li rojnamegeran kirin. Dema rojnamegeran li Kolana Hunerê çalakî dişopadin, polîsan bi guleyên plastîk û ava şit mudaxale kir. Di bûyeran de nêzî 30 kes hatin binçavkirni. Çalakiya wekîlan a li Kolana Cumhuriyetê didome.