Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk' 2019-08-20 16:33:41 STENBOL - Li Stenbolê 9 Rêxistinên Sivîl ên Civakî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û banga 'berxwedana demokratîk' kirin.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibin. Sînemagerên ji bo Aştiyê, Yekitiya ji bo Demokratîk, Kongreya Îslama Demokratîk, Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat, Platforma Edalet û Maf, Sîne-Sen, Weqfa Hewldana Hemwelatibûnê û Demokrasiya Civakî bi daxuyaniyek hevpar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Saziyên civakî diyar kir ku li Wan, Amed û Mêrdînê vîna gel hatiye xespkirin û ew nikarin li dijî vê yekê bêdeng bimînin û wiha gotin: "Bi hinceta têkoşîna li dijî terorê dixwazin muxalefetê bêdeng bikin."   Di berdewamê de jî saziyan bang têkoşînê kir û ev bang kirin: "Dema ku vîna gel li Wan, Amed û Mêrdînê bê xespkirin, mafên tu kesî ne din ewlehiya Destûra Bingehîn de ne. Em nêzikbûna desthilatê ya li dijî Destûra Bingehîn û hiqûqê nas nakin. Şaredarên ku ji peywirê hatine dûrxistin divê vegerin peywira xwe û pêla binçavkirin û tundiyê ya li dijî rêveberiyên herêmî bi dawî bibe. Em bang li rêxistinên civakî, partiyên siyasî û welatiyên ku li aliyê aştî, hiqûq û demokrasiyê ne dikin ku li dijî xespkirina vînê mafên xwe yên demokratîk û meşrû bi kar bînin û dengê xwe li dijî vê yekê bilind bikin."