Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin 2019-08-20 16:05:40 STENBOL - Girseya ku ji parlamenter û parêzeran pêk dihat bi armanca tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar bikin li pêş Edliyeya Çaglayanê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniye. Polîsan mudaxaleyî komê kir û parlamenter û parêzer birîndar kirin.    Li Edliyeya Çaglayanê parêzer û parlamenterên HDP'ê xwestin tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Lê polîsan êrîşî wan kir û destûr neda. Parêzer û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan xwestin li ber Edliya Çaglayanê tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglu, Filîz Keretecîoglu, Ahmet Şik û Oya Ersoy jî tevlî daxuyaniyê bûn. Lê polîsan nehiştin daxuyanî bê dayîn. Parêzer û palamenter bi mudaxaleya polîsan re rûbirû man.  Parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik xwest bi polîsan re hevditin bike. Lê polîsan dîsa destûr nedan ku daxuyaniyê bide û mudaxaleyî parêzeran kir. Polîsan Şik û parêzer heta qada Edliyê bi xwe re kaş kirin. Polîsan Ahmet Şik li erdê re kaş kirin û birîndar kirin. Ji ber polîsan Şik bi erdê re kaş kirin pişt û mila Şik xwîn bû. Piştre li Qada Edliyê li ser navê hiqûqnasan Prz. Gokmen Yeşîl daxuyanî da. Yeşîl li Qada Edliyê axivî û wiha got: "Em ji bo wan dayikan li vir in ku vîna xwe tenê ne bi dengdana li ser sindoqê, lê li dijî tangan, bi stran û sirûdan diparêzin li vir in, em ê li vir bin. Ez ji bajarên Rojava yên Tirkiyê slavan ji bajarên Kurdan re dişînim, em ê vê taritiyê belaw bikin û dawiya dawî em ê şaredariyên xwe ji destê faşîzmê xilas bikin.''     LI BAJARÊ HERÊMÊ HER ROJ EV TUNDÎ HEYE   Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum jî axivî û wiha got: "Ev tundiya ku îro em rastî wê hatin li bajarê herêmê her roj heye. Em li bajarê herêmê her roj rastî vê tundiyê tên. Îro hevalên me yên li Amed, Mêrdîn û Wanê tayînkirina qeyûm şermezar kirin rastî heman tundiyê hatin. Ev welat bûye welatê ku bi faşizmê tê rêvebirin. Her ku îktîdar dikeve zorê, textên li ser gel zêde dike. Em wekî parêzerên gel dema dixwazin li vir daxuyaniyê bidin destûr nadin. Em niha bi îktîdara ku biryara dadgehê nasnake re rû bi rû ne."    'YÊN LI BER XWE DIDIN DIKARIN CÎHANÊ BIGUHERÎNIN'    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî wiha got: "Îro Plana Islahata Şeqrê ku ji serdema avakirina Komarê heta niha heye dixin meriyetê. Ev dîmen êdî dîmenê Komara Tirkiye ye. Li cihanê yên li ber xwe didin dikarin cîhanê biguherînin."