Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê 2019-08-20 15:31:23   AMED - Polîsan parlamenterên HDP'ê yên li ber avahiya HDP'e ya Amedê bi armanca tayînkirina qeyûm şermezar bikin çalakiya rûniştinê li dar xistin, bi copan birîndar kirin. Wekîlên HDP'ê yên bi lêdana polîsan birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.    Çalakî û bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Parlamenterên HDP'ê bi armanca tayînkirina qeyûm şermezar bikin li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosun û Feleknas Uca piştî rastî astengiya polîsan hatin, li pêş avahiya HDP'ê rûniştin. Polîsan bi mertalên xwe wekîl dorpêç kirin û destûr nedan wekîl bimeşin. Li ser vê yekê wekîl rûniştin û rastî mudaxaleya polîsan hatin.    2 WEKÎL BIRÎNDAR BÛN    Polîsan koma HDP'ê dorpêç kir û destûr nedan ji avahiya HDP'ê derkevin. Li ser vê yekê wekilên HDP'ê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wekîlên xwestin derkevin derve rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi cop û mertalên xwe êrîşî wekîlan kirin û Gulistan Kiliç Koçyîgît û Semra Guzel birîndar kirin. Koçyîgît û Guzel ku birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.    Polîsên ku avahiya HDP'ê bi mertalên xwe dorpêç kirine destûr nade gel biçe û derkevin.    4 KES BINÇAV KIRIN    Li aliyê din, polîsan li Ofîsê 4 kes binçavkirin. Polîsan bi hinceta tev li çalakiyan bûne Fesih Balbay, Yaşar Akboga, Veli Eren û Berfin Can binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin rastî lêdanê hatin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.