Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin 2019-08-20 15:21:56 MÊRDÎN - Rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Roja Aydin, Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûman dişopandin, hatin binçavkirin.    Polisan bi bombeyên gazê û av şid mudaxaleyî girseya ku bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Mêrdînê, hate ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, kir. Girseya ku parlamenter û hevşaredarên HDP'ê jî di nav hebûn, nêzî bînaya şaredariyê hatin gel hev. Bi sedan polisan, derdorê dorpêç kir û li ser berzkirina dûrişmeya "Tundî nikarin me têk bibin" mûdaxaleyî girseyê kirin. Piştî mudaxaleyê girseyî rêya di navbera Mêrdîn û Qoserê de ji trafîqê re girt. Di mudaxaleyê de gelek welatî birîndar bûn. Her wiha rewşa parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Serpîl Kemalbay û Pero Dundor Jî ji ber mudaxaleyê nebaş bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Her sê parlamenter jî piştî demeke kurt ji nexweşxaneyê tabûrcî bûn.     ROJNAMEGER BINÇAV KIRIN   Li aliyê din polisan nûçegîhanên ajansa me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç ku dixwestin bûyeran bikişînin, nûçegîhana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnameger Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak bi erdê ve kaş kirin û ew binçav kirin. Ji bilî her pênç rojnamegeran gelek welati jî ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.    LI AMEDÊ JÎ ROJNAMEGEREK BINÇAVKIRIN   Li Amedê jî rojnameger Yelda Ozbek dema ku çalakiyê şermezarkirina tayînkirina qeyûman dişopand, li semta ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polisên ve hat binçavkirin.