Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin 2019-08-20 15:03:03   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bang li Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu kir û got: “Tişta îro li me dikin wê sibê li we bikin. Ger ku em îro rê pêş vê yekê negirin wê sibê her kes têkeve nava vê torê. Li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, bi armanca tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin, li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Musa Pîroglu, Oya Ersoy, Fîlîz Kerestecîoglu, Zuleyha Gulum Erol Katırcioglu, Ahmet Şik, endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajarê Stenbolê amade bûn.      BI LÊBORÎNÊ DEST PÊ KIR   Buldan ewil lêborîna xwe ji gelê Amed, Mêrdîn û Wanê xwest û wiha got: “Ez ji gelê xwe lêborîn dixwazin. Ji ber ku ez di rojek wisa zahmet de ne li gel wan bûm. Îro êşa gerî giran û bedela herî giran gelê Wan, Amed û Mêrdînê dide. Ji ber ku ez ne li gel wan im pir xemgîn im. Ji ber ku tenduristiya min xerab e ez îro nikarim li gel wan bim. Ez ê sibê li nexweşxaneyê razêm."    'EM BI DARBEYEKÊ RE RÛ BI RÛ NE'   Buldan, anî ziman ku di sibeha 19'ê Tebaxê de dîsa bi darbeyek siyasî hişyar bûn û wiha got: "Dîroka Komara Tirkiye bi darbeyan tije bûye. Gelê Tirkiye ji ber van darbeyan zor û zahmetiyên mezin dîtine. Em gelê Tirkiye û civaka Tirkiye van darbeyan tevan şermezar dikin. Darbeya 15'ê Tîrmehê ya eskerî tê bîra we. Îro gelê Tirkiye carek din rastî vê darbeyê hatiye. Me her de got yên bi hilbijartinê hatin, divê bi hilbijartinê biçin. Me her dem ji vê yekê bawer kir. Lê AKP bi taybetî di salên dawî de bi darbeyên sivîl Tirkiye bi rêve bir."    ‘GEL DI 31'Ê ADARÊ DE DERSEK MEZIN DA'    Buldan, bal kişand ser encama hilbijartina 31'ê Adarê û wiha lê zêde kir: "Gel di hilbijartinê de li cihê ku îktîdara AKP'ê qeyûm tayîn kiribû, ders da AKP'ê. Gel got 'Em hişmendiya we ya qeyûm nas nakin.' Gel li dengê xwe û vîna xwe wedî derket. Cihe ku qeyûm tayîn kir, gel dîsa şaredarî ji destê qeyûm derxistin û li vîna xwe xwedî derket. Li partiya xwe HDP’ê xwedî derket. Li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê dengê xwe dan û diyar kirin ku qeyûman naxwazin. Lê piştî hilbijartina 31'ê Adarê em dîsa rastî darbeyek nu hatin. Dîsa mazbata hevşaredarên me nedan wan û bi hinceta hevşaredarên me KHK’î ne destûr nedan hevşaredarên me bên ser kar. Namzetên xwe danîn şûna hevşaredarên me."    ‘VÎNA GEL XEZP KIRIN'   Buldan, destnîşan kir ku di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin û carek din vîna gel xezp kirine. Ev dizî ye. Hikumeta AKP'ê dixwaze bi van polîtîkayan ser krîza xwe ya aborî, civakî û derve veşêre. Li Amed, Êlih û Wanê hevşaredarên me 4,5 mehin pîsiyên ku qeyûm li pey xwe hiştine paqij dikin. Ji ber ku her qeyûmekî li pey xwe pîsî hiştin. Dizî, talanî, fesadiya îhaleyan li pey xwe hiştin."    ‘EM HIŞMENDIYA QEYÛM QEBÛL NAKIN'    Em hişmendiya qeyûm qebûl nakin. Em e hemû bertekên xwe yên demokratîk, rewa û hiqûqî pêş bixin. Van qeyûman bi trilyonan deyn li pey xwe hiştin. Çima dîsa vedigerin cihê ku deyn li pey xwe hiştine? Em dizanin ku dixwazin bêrînên ku nîvco tişe kirine tije bikin. Dixwazin carek din îxanetê li gelê me bikin.  Em hişmendiya qeyûm nas nakin. Em qebûl nakin. Em ê li dijî vê hişmendiya qeyûm têkoşîna demokratîk pêş bixin."    'PÊDIVIYA ME BI TÊKOŞÎNA HEVPAR HEYE'    Buldan, herî dawî anî ziman ku ji bo demokratikbûna Tirkiye pêdivî bi têkoşîna hevpar heye û wiha bi dawî kir: "Bi taybetî di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de me yekîtiyek xweşik nîşan da. Di hilbijartina Stenbolê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê me yekîtî û hevkariyek xurt ava kir. Vê yekîtî û tevkariyê encamek xweşik girt. Yên ku Stenbol winda kirin ji bo tola xwe hilînin carek din hişmendiya qeyûm xistin meriyetê. Çawa di hilbijartina 23'ê Hezîranê de me Stenbol ji destê wan derxist, em bi têkoşîna demokratîk û hevpar dikarin dîsa Amed, Wan û Mêrdînê ji destê wan derxin. Ji bo vê yekê pêdivî bi têkoşîna hevpar û demokratîk heye. Em bi taybetî bang li Birêz Kemal Kiliçdaroglu û CHP'ê dikin. Em bang li partiyên di Meclîsa Tirkiye de komên wan hene dikin. Em bang li rêxistinên demokratîk û civakî dikin. Divê em vê ezmûnê bi hevre derbas bikin. Îro tişta hatiye serê me wê sibê bê serê we jî. Ger ku îro em rê li pêş vê rêveçûnê negirin sibê hûnê jî têkevin nava vê torê. Ev torê wê her kesî têxe nava xwe. Di serî de em bang li CHP û Kiliçdaroglu dikin ku li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin."