Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm 2019-08-20 15:02:29   ENQERE - Kongreya Rêberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê, ragihand ku her sê şaredariyên HDP'ê ku qeyûm tayînê wan hatine kirin, di encama vîneke azad û adil de hatine hilbijartin.    Serokê Kongreya Rêberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KE) Anders Knape, têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. Knape diyar kir ku di 31'ê Adarê de her sê şaredar jî bi çavdêriya hatine hilbijartin û rapora sala 2017'an a Kongreya Rêberiyên Herêmî û Xwecihî bi bîr xist û xwest ku rayedarên tirk bêyî ku bi paş de bixînin bi mijarê re mijûl bibin û bang li rayedarên tirk dikin ku rayeya hilbijartina şaredar bidin meclisên şaredariyan.