Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir 2019-08-20 14:27:28   WAN - Li Wanê polisan mudaxaleyî çalakiya ku ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm tê li darxistin, kir. Di mudaxaleyê de welatiyek û parlamenterek birîndar bûn.    Li Wanê, parlamenterên HDP'ê yên herêmê, hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP'ê, xwestin li dijî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê, şermezar bikin. Girseya ku xwest ji Bînaya HDP'ê ber bi Parqa Feqiyê Teyran ve bimeş3, rastî êrîşa polisan a bi ava şid û ço hat. Dema êrîşê, parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç û welatiyek birîndar bûn.    Li gel mudaxaleya polisan jî çalakî didomin.